Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê (EUTCC) Kariane Westrheim û endama komîsyonê Dr. Dersim Dagdevîren, serdana 14 çalakgerên greva birçîbûnê kir ku ji 17’ê Kanûnê ve li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne. Westerheim û Dagdevîren a ku di heman demê de nivîskara me ye, di dema serdanê de li ser rewşa tenduristiyê ya çalakgeran agahî wergirtin.
Seroka EUTCC Kariane Westrheim destnîşan kir ku gaveke wêrek e ku çalakgeran ji bo dengê xwe bidin bihîstin bedena xwe daye ber birçîbûnê. Westerheim hêvî kir ku çareseriyek bê dîtin û dawî li grevên birçîbûnê bê anîn. Westerheim got, ew li bendê ye ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û di vê mijarê de hewldan bê kirin.
Westerheim bal kişand ser rola Konseya Ewrûpayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê û diyar kir ku ew jî piştgiriyê dide daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, lê belê grevên birçîbûnê di heman demê de bi helwêsta saziyên pêwendîdar ên li Ewrûpayê ve girêdayî ne. Westerheim ji saziyên peywendîdar xwest, ji çalakgerên greva birçîbûnê re bibin alîkar ku tecrîd bi dawî bibe û got, Ocalan bi saya vê yekê wê karibe weke aktorekî bingehîn di pêvajoyeke aştiyê de bi rola xwe rabe.
n ANF / STRASBOURG