AXÎN TOLHILDAN / ANHA/QAMIŞLO

Kongreya neteweyî ya Kurdistanê li rojava (KNK-Rojava) li ser girîngiya yekîtiya neteweyî civînek li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîrên tevlî civîna KNK’ê ya ji bo yekîtiya neteweyî bûn peyivîn.

Hevseroka Partiya Guhertina Demokratîk Mizgîn Zêdan destpêkê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û di şexsê Leyla Guven de hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin û got: “Bi navê Partiya Guhertina Demokratîk em bang li Kurdan hemûyan dikin; werin em bibin yek û bi hev re tevbigerin. Li ser xeta hevpar em tevî cihêrengiyên xwe li hev bicivin. Li ser vî esasî em dikarin kongreya xwe ya neteweyî pêk bînin.”

Dixwazin jinê bikin kole

Zêdan bal kişand ser pêşengiya jinan a ji şoreşa Rojava re û got, “Jin li Rojava, li Rojhilata Navîn dibin mînak û pêşengiyê ji civakê re dikin. Ji aliyê eskerî ve jî YPJ li dijî dijminê me şer dike. Li dijî yên mîna DAIŞ‘ê dixwazin jinê bikin kole, em hebûna xwe diparêzin.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Kurdên li Sûriyeyê Mihemed Mûsa jî diyar kir ku li gorî demên bihurî êdî nihêrîna li ser yekîtiya Kurdan a li Rojava û Sûriyeyê ber bi aliyê baş ve guheriye.

Tecrîdê bi dawî bikin

Mûsa bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û got, “Dewletên navneteweyî divê li ser bingeha berjewendiyan de nêzî gelan nebin. Em bang li hêzên navneteweyî dikin; Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê bikevin nava hewldanan, Tecrîdkirina Serok Ocalan bi dawî bikin û dawî li zilma rejîma Tirkiyeyê bînin.”

Divê em bibin yek

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê Dilawer Zengî jî got, “Divê em zanibin ku ev hewldana KNK’ê ji bo me Kurdan firsendeke mezin e. Têkçûna DAIŞ‘ê bi destê hêzên YPG, YPJ û QSD’ê bû. Bûyerên ku niha diqewimin di asta dîrokî de girîng in. Bendewariya me ji partiyên tevlî vê civînê bûne ew e ku di vê dema dîrokî de wezîfeyên xwe bi cih bînin. Divê em bibin yek û mafên xwe bi dest bixin.”