Kurdên li Ewrûpayê çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Konseya Ewrûpayê ya ji bo rakirina tecrîda li Îmaraliyê, vê hefteyê di roja 2’an de didomînin.

Kurdên li Ewrûpayê ji bo bidawîkirin tecrîdkirina Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji bo qebûlkirina daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û nedorbveger, van çalakgeran li pêşiya Konseya Ewrûpayê çalakiya rûniştinê pêr da destpêkirin.

Ji gelek bajarên Ewrûpayê 150 kes tevlî çalakiya rûniştinê bûn û hate diyarkirin ku ev hejmar wê vê hefteyê bibe 200.

Doh destê sibehê jî Kurdan li Avenûe de L’Europeyê çalakiya zincîra mirovan li dar xist. Di çalakiyê de bi Fransî û Kurdî sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin gotin.

Di çarçoveya çalakiya rûniştinê de xebatên agahdarkirinê jî tên kirin û li sedan kesan belavok hatin belavkirin. Kesên ku ji wê derê derbas dibin jî derbarê çalakiyên greva birçîbûnê de tên agahdarkirin.

Hate diyarkirin ku di nava rojê de jî wê li ser Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê semînerek were lidarxistin û serketina li Baxozê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê wê were pîrozkirin. Hefteya bihurî çalakî li ber avahiya Parlamena Ewrûpayê dihat kirin û çalakgeran greva birçîbûnê jî hemwext dikir. Ji niha û pê ve ev ê bibe çalakiya rûniştinê ya bêdem û dorveger ku wê nava hefteyê 5 rojan dewam bike û her duşem bi komên nû dewam bike.

 

ANF / STRASBOURG