NÎHAL BAYRAM / HANAU
Li bajarê Elmanyayê Hanauyê bêhtirî deh hezar kesî pêr jî ji terora nijadperest peyama piştgiriyê da. Doh jî li bajêr çalakiyên rûreşkirina terora faşîstên Elman hebû.
Di çalakiyê de pêşî navên wan kesan ku di komkujiya li Hanauyê de jiyana xwe ji dest dayî, hat xwendin û piştre rêz hat girtin. Di çalakiyê de li ser navê Li şûna Parçebûnê Yekîtiya Piştgiriyê (Solidarität statt Spaltung) Newroz Duman peyivî û got, “Bi salan e em li vir dijîn. Gelek ji me li vir hatin dinê, gelek ji me ev gelek nifş in li vir in. Hanau bajarê me ye. Çarşema bihurî êriş li dijî me hemûyan bû. Xemgîniya me pirr zêde ye, hêrsa me rabûye, em şînê digirin.”
Em naxwazin bêhtir kes bimirin
Di çalakiyê de xizmên kesên li Elmanyayê di êrişên nirjadperest ên faşîstan de jiyana xwe ji dest dayî jî peyivîn. Wekî din jî peyamên malbatên wan û înîsiyatîfan hatin dayîn. Li ser navê Înîsiyatîfa Zelalkirina Kuştina Burak Bektaş peyamek hat dayîn. Burak li Berlînê 5´ê Nîsana 2012´an hatibû qetilkirin. Înîsiyatîfê got, “Burak tevî 5 koçberan di êrişeke nijadperest de hat qetilkirin. Hîna jî kujerê wî nehatiye dîtin. Elmanya, pirsgirêkeke te heye. Navê vê jî nijadperestî ye. Em bang li rayedarên dewletê û siyasetvanan dikin da ku dawiyê li van êrişên nijadperest bînin. Em naxwazin bêhtir kes bimirin.”
Ma divê hîna çend mirov bên kuştin?
Îbrahim Arslan ji êrişa nijadperest a 1992´yê ya li Mollnê birîndar filitîbû; wê jî peyamek şand û got, “Nijadperestî li vî welatî pirgirêkek e. Gava mirov vê weke pirsgirêk bi nav neke, ev jî bi qasî êrişan nijadperestî ye. Ji bo ku dawî li nijadperestiyê bê anîn, ma divê hîna çend kes bimirin! Elmanya wê kengî vê pirsgirêka nijadperestiyê bibîne?”
Êriş li dijî me hemûyan e
Bav, bapîr û dayika Ferhat Unvarê di êrişa Hanauyê de hatî qetilkirin û nûnerên sazî û rêxistinên Kurd li Elmanyayê jî bi hev re derketin ser dika li meydanan çalakiyê. Kurapê Ferhat, Ali Ünvar li vir got, “Em hemû mexdûrên vê êrişê ne. Zarokên me yên hatin kuştin, li vir hatin dinê û li vir mezin bûn, li vir çûn dibistanê. Ev êriş li dijî mirovahî, demokrasî ya baş hat kirin.”
Encama siyaseta dewletê ye
Li ser navê KON-MED´ê jî Leyla Acar peyivî û got, “19´ê Sibatê ji bo me rojeke reş e. Êşa me pirr e, lê di heman demê de hêrsa me jî rabûye. Ji ber ku berpirsiyarên siyasî helwêsta lazim nîşanî tevnên rastgir û nijadperest nedan, hêrsa me rabûye. Komkujiyên bi destê NSU´yê, Halle, Molln û îro jî komkujiya Hanauyê; ev hemû encama siyaseta dewletê ya ku çavê xwe li xurtbûna rastgir kor kirin e.”