Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê bînavber didome. Li navçeyên Silopî û Cizîr yên Şirnexê û li navçeya Sûrê ya Amedê li hemberî gelê Kurd êrîşên hêzên dagirker didome. Li hemberî van êrîşên bi tang, top û çekên giran Yekîneyê Parastina Sivîlan li ber xwe dide, sivîlan diparêze û der bên giran jî li hêzên dagirker dixin. Li aliyê din jî li hemberî van êrîşan çalakiyên mîsîlemeyê pêk tên.
Pêr êvarî saet di derdora 23.30 de li navçeya Çinara Amedê li hemberî avahiyên hêzên dagirker yên mîna Avahiya Midûriyeta Polîsan, Fermandariya Leşkerî û Lojmanên Polîsan 3 çalakiyên hemwext pêk hatin. Çalakî di destpêkê de bi wesayîta bombebarkirî û piştre jî bi çekên girina yên mîna roketavêj û bîksiyan berdewam kir. Piştî teqînên ku li hemberî navendên hêzên dagirker pêk hatine, demek dirêj bi çekên giran ev avhiyên wan hatine gulebarankirin. Di teqîna li hemberî avahiya ewlehiya midûryetê de aliyekî avahiyê bi temamî hilweşiyaye û şewat li avahiyê derketiye. Hêzên dagirker nekarîne bersivê bidin vê çalakiyê û piştî çalakiyê derdor gulebaran kirine.
Çalakiyek gelekî dijwar bû û di encama teqîna ku pêk hat de ya li hemberî avahiya ewlehiya muduriyetê xaniyekî li kêleka mudiruyetê jî hilweşiya. Dîsa di encama van çalakiyan de li gelek malan jî xisarên madî rû pêk hatine. Li navçeyê ceyran qut bû, ketin û derketina navçeyê hat astengkirin.
Miriyên xwe vedişêrin
Ligel ku piştî çalakiyê bi saetan Walîtiya Amedê daxuyaniyek derew da û xwest mirî û birîndarên xwe veşêre. Li gorî vê daxuyaniya walîtiyê di encama vê çalakiyê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Lê li gorî agahiyên ku şahidên buyerê parvekirine tê xuyakirin ku dewlet bi awayekî aşkera mirî û birîndarên xwe vedişêrin. Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku bi taybetî di çalakiya li hemberî Avahiya Ewlehiya Midûriyeta Polîsan a Çinarê de ne gengaz e ku ji wir bi saxî kes rizgar bûbe. Şahidan destnîşan kir ku piştî çalkiyê tu deng ji vê avahiyê derneketiye lewre avahî hilweşiya û cihê mayî hî şewat derketiye. Şahidan got ku piştî çalakiyê bi dehan ambûlans hatine cihê bûyerê û ew texmîn dikin ku bi dehan kesên ku bi ambûlansan rakirin mirî bûn.
Disa li gorî şahidên bûyerê di çalakiyên li hemberî Lojmanên Polîsan û li hemberî Fermandariya Cendirmeyan ya Çinarê de jî gelek mirî û birîndar hene. Lewre bi dehan ambûlans mirî û birîndarên rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê û nexweşxaneyên Amedê.
Nirxandina Karayilan
Hêjayî gotinê ye ku Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan du roj berê, di bernameyeke taybet a Stêrk TV’ê de êrîşên dewletê û berxwedana li Kurdistanê nirxandibû. Karayilan destnîşan kiribû ku tola sivîlên hatine qetilkirin dê bê hilanîn. Dîsa Karayilan diyar kiribû ku dê ev kiryarên dewletê ji wan re kar nemîne û dê bi zêdetir bersivê bidin van êrîşên hêzên dagirker.
AMED