Polîs mafê azadiya îfadekirinê binpê kir
Di çarçoveya roja çalakiyê de li Kolnê jî bi pêşengiya rêxistina piştgiriya bi penaberan re ya bi navê Seebrucke çalakî çêbûn. Lê polîs li Kolnê dest werda çalakiyan û nehişt çalakger bêyî civîna girseyî jî hizra xwe bi çalakiyê îfade bikin. Polîs pêşî li çalakgeran girt û nasnameyên wan li cem xwe qeyd kirin. Seebrucke li ser mijarê got, nabe polîs evqasî hêsanî mafê îfadekirina fikrê li mirovan qedexe bike.
Parlametera eyaletê ya ji Partiya Kesk, Bêrîvan Aymaz li ser mijarê nerazîbûna xwe îfade kir û got, "Mafê îfadekirina fikrê ya azad di serdema koronayê de jî divê hebe." BERLÎN Li dijî ticarên sîleh û sînoran çalakî
Doh li paytexta Elmanyayê Berlînê û li bajarê wê Kolnê roja çalakiyan a li dijî lobiya sîlehan û şer, û li dijî rewşa li ber sînorên Yekîtiya Ewrûpayê ya li dijî rûmeta mirovan, li astengiyên ji ber şewba koronayê nealiqî. Çalakgeran xwe dûrî hev girt û çalakiya xwe wisa bi rê ve bir.
Çalakiya li Berlînê, li ber buroya federal a navendî ya Odeya Pîşesaziya Şer û Sînor (BDSV) bi rê ve çû. Çalakgeran rengê sor li ber avahiyê li erdê kir weke sembola xwîna bi destê wan ve. Li devê deriyê avahiyê jî çalakgeran pankarta li ser nivîsandî, "Em sedemên şer û sînoran difiroşin" hilgirt. Bi vê yekê çalakgeran bal bire ser bazirganiya li ser xwînê yan BDVS´yê û her wiha helwêsta wê ya ne insanî ya girtina sînoran. Çalakî beşek ji çalakiyên doh bû ku li dijî “Keleha Ewrûpayê û Rewşa Wargehên Penaberan li Yewnanistanê" bi rê ve çû.
Herçî BDSV e, rêxistineke lobiyê ji bo şer û sîlehan e. Serokê wê jî şefê şirketa Rheimetall e ku tankên Leopard 2 firotin Tirkiyeyê û dixwaze li Tirkiyeyê fabrîkayeke tanken ava bike.
Polîs mafê azadiya îfadekirinê binpê kir
Di çarçoveya roja çalakiyê de li Kolnê jî bi pêşengiya rêxistina piştgiriya bi penaberan re ya bi navê Seebrucke çalakî çêbûn. Lê polîs li Kolnê dest werda çalakiyan û nehişt çalakger bêyî civîna girseyî jî hizra xwe bi çalakiyê îfade bikin. Polîs pêşî li çalakgeran girt û nasnameyên wan li cem xwe qeyd kirin. Seebrucke li ser mijarê got, nabe polîs evqasî hêsanî mafê îfadekirina fikrê li mirovan qedexe bike.
Parlametera eyaletê ya ji Partiya Kesk, Bêrîvan Aymaz li ser mijarê nerazîbûna xwe îfade kir û got, "Mafê îfadekirina fikrê ya azad di serdema koronayê de jî divê hebe." BERLÎN