Li dijî tifaqa Nemrûd dest bidin HDP´ê
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Erziromê bi biryar in ku pirsgirêkên civakê çareser bikin. Namzetê HDP’ê û nevîyê ji Rêberê Kurd Şêx Seîdî, Mehmet Kasim Firat bang li gel kir û xwest li dijî tifaqa Nemrûd û belayan di bin banên HDP’ê de bibin yek.
Firat ê ku Serokê Komeleya Şêx Seîd e, sala 1953’an de li navçeya Xinis a Erziromê ji dayik bûye. Firat, di nava rêxistinên civaka sivîl û xebatên siyasî de cih girt. Salên 1993 û 1995’an ew bû endamê Meclisa Partiya Demokrasiyê (DEP).
Firat anî ziman ku kesê ji xwe re dibêje ‘Ez misliman im’ divê li dijî zilmê derkeve û got: “100 sal in li ser vê axê zilmek bê sînor heye. HDP li dijî vê rêveberiya zilmê partiya aştiyê ye. Cudahiya reng, ziman û baweriyan xelata Xweda ye. Li dijî HDP’ê tifaqa AKP-MHP’ê hatiye avakirin. Ev tifaqa Nemrûd e. Tifaqa millet jî bêtir dişibe tifaqa îllet ango nexweşiyê. Pêwîst e her kes li dijî tifaqa îllet û Nemrûd piştgiriyê bide HDP’ê.”
Ji bo statu û nasnameya Kurdan
Namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê ya Erziromê Zeliha Dundar jî ji navçeya Tekmanê ye. Beşa ragihandinê xwendiye. Demekê mamostetî kir û ji ber zextên îqtîdarê dest ji mamostetiyê berda. Zelîha Dundar ji serdema HADEP’ê heta niha di nava siyasetê de cih digire. Dundara demekê di girtîgehê de ma, got: “Jinê ji Serokatiya Rêxistina bajar heta rêveberiya bajar di gelek qademeyên rêveberiya partiyê de cih girt. Divê Kurd êdî xwedî statu û nasname bin.”
Dundar, bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, û got: “Jin nîvê civakê ye. Dikare mêr jî û civakê jî azad bike. Ez wek jineke Erziromî dê bibim dengê jinên Erziromê.”
Wê bibe dengê astengdaran
Namzetê HDP’ê yê Erziromê Cemal Kara ku astengdar e diyar kir ku ew dê bibe dengê astengdaran û got: “Pirsgirêkên li Tirkiye ev in; pirsgirêka astengdaran, pirsgirêka jinan û pirsgirêka Kurdan.” Kara, sedema namzetiya xwe ya HDP’ê jî wiha anî ziman: “HDP dengê rengan, baweriyan û bindestan e. Dengê astengdaran e. Dengê yên din e. Ez dê bibim dengê ên din li meclîsê.” MA/ERZIROM