Çerkesên Kantona Efrînê diyar kirin ku dê li hemberî artêşa Tirk a dagirker bisekinin û dest nîşan kirin ku armanca êrîşên dewleta Tirk derxistina tevliheviyê di nava gelê herêmê û astengkirina projeya Federaliya Demokratîk e û gotin: "Parastina herêmê erka hemû gelê wê ye."

Ji demekê ve ye ku gundên kantona Efrînê û herêmên Şahbayê rastî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û tankan tên, armanca van êrîşan ew e ku herêm were dagirkirin  da ku desthilatdariya Osmanî vegere ser gelan.

Li dijî van êrîşan welatiyê bi navê Qeys Salih Mûsa yê bi eslê xwe Çerkes e, êrîşên Tirkiyê li ser Kantona Efrînê û herêmên Şahba şermezar kirin û da xuyakirin ku armanca êrîşan ew e ku nehêle projeya federal bi cih bibe û got:ʺ Armanca wê dagirkirina xaka herêmê û guhertina demografiya wê ye da ku projeya Federaliyê neyê pêkanîn ku mafê tevahî gelan bi cih aniye, bi saya vê projeyê dê dawiya hikûmeta Erdogan bê. Her wiha armanc dike ku fîtneyê di nav gelên herêmê ku li ser rêgeza biratiya gelan bi hevre dijîn, bafirîne.ʺ


Em li gel YPJ/G'ê ne

Mûsa diyar kir ku, ew dê li kêleka YPG/YPJ`ê û QSD`ê li hember êrîşên ʺ faşîzma desthilatdarʺ rawestin da nehêlin AKP`ê ber bi xaka Efrînê ve were û balkişand ser li wê yekê ku ew ê di çarçoveya mafê xweparastina rewa de xaka kantonê biparêzin û wiha domand:ʺ Emê heta dilopek xwîn di canê me de hebe, çek hilgirin.ʺ

Mûsa bang li tevahî gelên herêmê kir ku li kêleka projeya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye rawestin.


Jinên Çerkez wê çekan hilgirin

Welatiya bi navê Esmihan Elî ya çerkes jî bi zimanê Erebî û çerkesî axivî û destnnîşan kir ku êrîşên ku li ser Efrînê û herêmên Şahbayê tên pêkanîn ne tenê li dijî gelê Kurd in, lê belê tevahî gelên herêmê hedef digrin û got: "Li hember êrîşên Tirkiyê bi gelê Kurd ê daxwaza demokrasiyê dike re, emê bibin yek."

Esmihan Elî diyar kir ku, ew wek jinên çerkes dê li kêleka YPJ`ê ji bo parastina xaka xwe çekan hilgirin da ku tiştê li Reqayê çêbûne dûbare nebin û hikûmeta Tirkiyê sûcdar kir ku ew ji ber terora li Sûriyê rûdide, berpirsyar e.

Di dawiya axaftina xwe de, Esmihan Elî bang li tevahî jinan kir ku li kêleka YPJ`ê çekan hilgirin û li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bisekinin da azadî ji tevahî gelên herêmê re were.


NÛREDÎN UMER/ANHA/EFRÎN