Girseya gel bi duruşmeya "ji madeyên kimyawî re na" "avêtin û ber bi Konê ku li Parka Şardariyê hati vedan ve bi rêketin. Bi dovizên "Erxenî rê nade madeyên kimyawî, fihûş û diziyê" hatin dalikandin. Pişti ku girseya gel giha ber konê li Parka Şardariya Erxaniyê vedaye daxuyanî da. Li ser navê gel rêveberê Egitim Sen ya Erxeniyê daxuyani da û got: "Di vê ku gelê me li hemberi madeya tiryakê şiyarbe. Li ser gelê Kurd hemû kiryarên qirêj û politikayên qirêj emê têkoşînê bidin.
Rêveberên BDP'ê yên navçeya Erxeniyê, Şardarê Erxeniyê, rêvber û endamên Eğitim Sen Erxeniyê,emdamên Odeya huneriya esnafên Erxeniyê û gelek welati tevli konê ku li Parka Şardariya Erxeniyê hatî vedan de serlêdan kirin û hat zanin ku wê li kon nobeta bi dorveger were despêkirin.
DÎHA/AMED