Berdevka SKM'ê Bîrsen Kaya, anî ziman ku em dê vê kampanyayê wekî polîtîkayek her dem bimeşînin û bi çalakiyên cur be cûr bidomînin da ku dawî li tundiya li ser jinê bê. Kaya, anî ziman ku wan di 20'ê nîsanê de kampanya "Ne goristan, stargehên malên jinan" dabû destpêkirin û îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de kom kirin pêşkêşî şaredariyan kirin. Kaya, da zanîn ku pitî vê kampanyayê di 22'ê tebaxê de kampanya "Dengekî bide û tundiyê rawestîne, li dijî tundiyê milyonek îmze" dan destpêkirin. Kaya da zanîn ku li hemû bajarên Tirkiyeyê ev kampanya didome û herî zêde li kolan, esnaf, cafe, dibistan, nexweşxane û warên ku zêde çûn û hatina wê zêde xebatên kampanyayê dimeşînin. Kaya, destnîşan kir ku li hemberî kampanyayê eleqeyek mezin heye û heta niha 200 hezar îmze kom kirine. Kaya, bilev kir ku li aliyekî belavokan belav dikin û li aliyê din civînan çêdikin.

Kaya, bilêv kir ku bi çalakiyên cur be cûr xebatên rêxistinkirinê dimeşînin û wiha got: "Êdî tê dîtin ku pirsgirêk ne tekakesî ye êdî pirsgirêk civakî ye û di vê çarçoveyê de hişmendiyek pêş ketiye. Êdî jin dibîne ku zayenda jinê di bin gefan de ye. Armanca me em jinan têxin nava liv û tevgerê. Em dixwazin dewletê têxin nava liv û tevgerê." 


GULER CAN-ŞÎLAN OZHAN - DÎHA/STENBOL