Koma bi navê ‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Xelîl Jêhat’ berpirsyariya du çalakiyên 12 û 21’ê Hezîranê yên li Stenbolê li xwe girt. Wê li ser malpera Raperîna Gel got, çalakiya sabotajê ya li Meydana Sûltan Ahmet û çalakiya li dijî lûleya gaza xwezayî wê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê 12’ê Hezîranê li Meydana Sûltan Ahmet ku yek ji navendên tûrîzmê yên dewleta Tirk e, çalakiyeke sabotajê hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Qada çalakiyê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, der barê encamên çalakiyê de agahî nehatin wergirtin.”

Komê diyar kir, êvara 21’ê Hezîranê kepçeyeke ku di karê avakirina lûleya gaza xwezayî de li Stenbolê dixebitî, hatiye şewitandin.

Komê got, dahatên tûrîzmê ji bo dewleta Tirk a dagirker dibin bombe û li cografya Kurdistanê dibarin, ji ber wê jî, navendên tûrîzmê her tim wê bibin hedefên çalakiya wan.

 

STENBOL