Komîteya Gelan û Baweriyê ya KCK’ê, bi boneya roja Muharrem û Aşûra yê daxuyeniyek belav kir û got:”Huseyînê îro ew kes in ku li dijî înkar, komkujî, faşîzmê têdikoşin.”

KCK´ê got ku Yezîdên îro kifş in û divê li dijî vê jî sekna Huseyînî hebe û bi vî rengî dewam kir: “Evan e îro dixwazin civakê bi derewan bixapînin û bi zoriyê mirovan bitirsînin. Ev Yezîdên he nirxên mirovahiyê dixin binê lîngên xwe. Di her baweriyê de li dijî zilmê serî rakirin wezîfeyekî bi nirxe. Di Elewîtiyê de jî li dijî zilmê têkoşîn şert e. Elewî jî vî şertî bi cesareta Huseyîn re divê pêk bînin. Bi wesîleya berxwedana Kerbela em dixwazin diyar bikin ku Huseyînê îro li dijî înkar, komkujî, faşîzmê geşkirina têkoşînê ye.

Bi wesîleya roja Aşûre û rojiya Mûharrem kesên ku Hz. Huseyînî hîs dike em daxwaz dikin ku rojiya 12 îmam û keda wan di deftera heq de were nivîsin û vêya ji can û dil dixwazin.

Em bang li hemû hezkiriyên Huseyîn dikin ku ji bo Hz. Huseyin û hemû şehîdan li dijî zilmê têbikoşin. ”

ANF/BEHDÎNAN