Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li ser pirsgirêkên li girtîgehê dijîn û binpêkirina mafan yê li dijî wan tê kirin serî li Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê, Şaxa ÎHD'ê û Nûnertiya TÎHV'ê ya Amedê dan. Di serlêdanê de girtiyên jin bal kişandin ser zêdebûna kesên girtî û weha hat gotin:  "Bi taybet di sala 2009'an de operasyonên qirkirina siyasî û polîtîkayên girtinê girtîgeh dagirtin. Bi sedan jin hatin girtin, sewqkirin, sirgûnkirin. Kesên mayîn jî ji bo vîna wî bişkênin hemû pêkanîn pêk anîn."

Girtîgeh bûne weke wargehên komkirinê
Girtiyên jin her weha binpêkirina mafên mirovan ên di qadên "Şertên fîzîkî yên girtîgehê", "pirsgirêkên tendûrîstiyê", "xwedîkirina kêm" û "mafê ragihandin û hevdîtinê" pêktên de jî destnîşan kirin û ev wiha rêz kirin: "Li girtîgehên tîpên E, H û M weke tê dîtin kapasîteya odeyên me 2-3 qat zêde girtî lê tên girtin. Em girtiyên jin ên siyasî li 2 odeyan dimînin. Li odeya ku 10 kes lê bimînin 26 kes lê dimînin. Li odeya ji bo 20 kesan, 41 kes lê dimînin. Ji ber zêdebûna hêjmarê girtîgeh êdî bûye weke wargeha komkirinê. Tevî ku hin kesan sewqî girtîgehên din bikin jî, her roj kesên din tên girtin. Li ranzayên kesek lê rabikeve 2-3 kes lê radikevin. Hevalên me li serşo, destşo û metbaxê radikevin. Pirsgirêkên hijyenê û tendurîstiyê derdikevin."
Girtiyan bal kişandin ser şert û mercên zexmet yên li dijî girtiyan tên ferzkirin û diyar kirin ku bi vê yekê dixwazin girtiyan terbiye bikin. Di vê mijarê de girtiyan kêmbûna avê, pirgirêkên sermayê, hijyenê û tendûristiyê destnîşan kirin. Girtiyên jin diyar kirin ku pirsgirêka herî sereke pirsgirêka tendurîstiyê ye û wiha anîn ziman: "Li hemberî pirsgirêkên tendurîstiyê yên lezgîn tu amadekariyên xizmeta tenduristiyê tune ne. Tunebûna personel, bi baldarî derman nekirin û sedemên dereng tê sewqkirin jî li ser vê yekê bandorê dike. Bi taybet tedbîrên ewlehiyê yên gelek zêde sewqan dereng dike. Nexweşiyên şewb dibe sedema nexweşiyên giran û mirinan. Pêdiviyên girtiyên jin ên taybet li ber çavan nayên girtin. Ji ber şertan gelek hevalên me alerjî, êşa piştê, bêxwevî, migren, ser êşan û gelek nexweşiyên din dikişînin."
Di serlêdana girtiyan de hat destnîşankirin ku gelek girtî bi nexweşiyên giran re rû bi rû ne û divê 11 girtiyên jin bi awayekî lezgîn werin dermankirin.

Cezayên kêfî tê dayîn
Di serlêdanê de bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên hem li dijî wan û hem jî dijî malbatên tên hevdîtinê û wiha hate gotin: "Tiştên li kantînê tên firotin gelek bihayê wan zêde ye. Hevdîtin tê astengkirin, kesên tên hevdîtinê rastî lêgerînên bêrûmet tên. Li odeyan gelek disekînin. Cezayên dîsîplînê yên keyfî tên dayîn. Gelek girtî ji ber cezayên dîsîplînê yên keyfî bi salanin dernakevin hevdîtina vekirî. Li hemberî hemû mafên demokratîk cezayên dîsîplînê tên dayîn. Rêveberiya Girtîgehê xwe wekî dadgeh dibîne. Îtîrazên em dikin jî bê encam dîmînin."
Girtiyên jin, li dijî binpêkirinên mafan û zextên girtîgehan ku pê re rû bi rû dimînin banga hestyariyê kirin.

DÎHA/AMED