
Şandeyeke ji KCD, DBP, HDP û Dayikên Aştiyê pêk hatî, xwest biçe gundê Xirabê Bava lê eskerên Tirk çûna wan a gund asteng kir. Şandeyê diyar kir ku heta ku dorgirtina li gund rabe, ew ê li cihê xwe bimînin.
Şandeya KCD, HDP, DBP û Dayikên Aştiyê, beriya bigihîjin gundê Xirabê Bava yê ser bi Nisêbînê, 15 kîlometroyan dûrî gund hat rawestandin. Di nav şandeyê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, wekîlên HDP’ê Ayşe Acar û Erdol Dora jî hene. Rê bi wesayîteke Kirpî, TOMA û gelek eskeran hatibû girtin. Li ser rê şande û eskerên Tirk hevdîtinek kir. Şandeyê diyar kir ku ew bi mebesta biçine gund û rewşa gund bibînin, dixwazin rê li wan were vekirin, lê eskerên Tirk got, walî ferman daye ku destûrê nedin ti sivîl biçe gund.
Nobet wê dewam bike
Şandeyê diyar kir ku heta destûrê nedin ku ew biçine gund ew ê li cihê xwe bimînin.
Dema ku şande disekinî ambûseleke tijî esker û kepçeyek derbasî gund bû.
Piştî ku destûr nehat dayîn ku şande derbasî gund bibe şandeyê daxuyaniyek da. Wekîlê HDP’ê Erol Dora diyar kir ku ev 10 roj in ew ji gund nikarin ti agahiyê wergirin.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî got operasyon li gelê sivîl tê kirin û wiha domand: "Dewleta Tirk dibêje, heta niha di operasyonan de me ev qas kes kuştin. Lê li gund bi sedan mirov hene. Em naxwazin qêrîna dayik û zarokan bibihîzin. Ev bû cara sêyan ku nahêlin em derbasî gund bibin. Bangên me yên ji bo Cizîrê, Sûr û Nisêbînê bêbersiv man. Niha jî dayikên me bi heman rengî li me digerin û dibêjin em di rewşeke giran de ne. Niha jî li ber çavê me ambûlans diçine gund. Lê kî mir, kî ma em pê nizanin."
Dîroka ji êgir
Leyla Guven diyar kir ku gelê Nisêbînê tim li ber xwe dide û qet serî netewandiye û wiha domand, "Tê gotin malên wan têne şewitandin. Em dixwazin diyar bikin bê ka ev kîjan gund e. 1995’an dîsa li vî gundî qedexe hate danîn. Malên gel şewitandin. Bi salan nikarîbûn biçine gundên xwe. Em baş pê dizanin ku Suleyman Soylu şagirtê ber destê Mehmet Agar e. Agar talîmatê dide. Soylû jî bi cih tîne. Divê Soylu ji Agar bipirse, li Kurdistanê her tişt kir, ez niha çi jî bikim serî natewînin. Kesek nikare serê vî gelî berjêr bike. Heta niha jiyana xwe çawa domandibin ji niha û pê ve jî wê bidomînin."
Guven diyar kir ku heta ku dorpêça li ser gund rabe, ew ê li cihê xwe bisekinin û wiha peyivî: "Heke tiştekî veşêrin nîne, çima nahêlin em biçin gund? Naxwe li wir hûn komkujiyê dikin“. Guven bang li her kesî kir ji bo rakirina dorpêça li ser gund têkoşin.
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Nevrîye Kaçan jî got, ev 10 roj in gund hatiye dorpêç kirin, ji gund dengê qêrîn û hewarê tê û êdî ew naxwazin kes bimire.
3 cenaze rakirin Mêrdînê
Li aliyê din cenazeyên 3 kesên li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin û navê wan hê zelal nebûye, rakirin Mêrdînê.
Cesedên parçekirî, ku tîmên taybet ên Tirk di hesabên xwe yên medya civakî de wêneyên wan weşandin, tê gotin bi helîkoptera eskerî pêr rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Li ser nasnameya mirovên jiyana xwe ji dest dayî, agahî bi dest neketin. 2 gundiyên hatine binçavkirin jî, ne diyar e li ku ne û aqûbeta wan nayê zanîn.
MÊRDÎN