‘Li dijî zilmê emê bi ser bikevin’

FRANKFÛRT: Meşa dirêj a bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî li Frankfûrtê hat ldiarxistin, li ber parlamenta eyaleta Hessenê ya li bajarê Wîesbadenê bi mîtîngekê bi dawî bû. Mîtînga li vê derê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Yildiz Aktaş axivî. Aktaş komplo û tecrîd lenet kir û destnîşan kir ku gelê Kurd wê ti carî serî netewîne û hesab ji qetlîamkeran bipirsin.
PARÎS: Li nuqteya destpêkê ya baskê Vîllîers Le Bel, meşvan ji aliyê Alîkarê Şaredarê Gonesse Françoîse Hewwebelle û Berpirsyarê Herêma 95. a Partiya Komunîst Jean Mîchel Rûîz ve hatin pêşwazîkirin. Di axaftinên li vê derê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Baskên meşê li her herêmên jê derbas bûn ji aliyê rayedarên şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin. Li ber Şaredariya Vîllîers Le Belê ji aliyê Berpirsyarê Desteya Şaredariyê Nîcolat Carrîer ve hat pêşwazîkirin. Lİ Sarcellesê jî Kurdistaniyan mîtîngek kurt pêk anîn.
LEVERKÛSEN: Meşa dirêj a li bajarê Elmanya Leverkûsenê li dijî komploya 15’ê Sibatê û komkujiyên li Kurdistanê destpê kir, li ber Parlamenta Eyaletê ya NRW bi dawî bû. Girseya gel ku pêr gihaşte Benrahtê û doh danê sibehê ber bi Parlametna NRW ve meşiyan. Di dema meşê de girseya gel komkujiyên li Cizîr û Sûrê şermezar kir. Kurdistaniyan dûre dosyayên amade kirî radestî Serokê Parlamenta NRW kirin.
LÛZERN: Kurdistaniyên li bajarê Swîsre Lûzernê daketin qadan, komkujiya li Cizîrê lenet kirin û banga bilindkirina berxwedanê kirin. Kurdistaniyên bi vê armancê li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, çalakiyeke rûniştinê pêk anîn û belavok belav kirin.
FREÎBÛG: Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, ji bo lenetkirina komkujiya li Cizîrê, greva birçîbûnê ya ji 3 rojan hat destpêkirin. Grev li mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî destpê kir û wê heta 12’ê Sibatê roja Înê bidome. Çalakgeran bal kişandin ser polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk û destnîşan kirin, ku ti hêz nikare gelê Kurd teslîm bigire, çi dibe bila bibe wê Kurd azad bibin.
STÛTTGART: Bajarekî din ê Elmanyayê, ku hêrsa li dijî dewleta Tirk lê mezin bûye û berxwedana li Kurdistanê hat silavkirin, Stûttgart e. Bi sedan kes li Marienplatzê li hev civiyan û ji vir heta ber parlamenta li Schlossplatzê meşiyan. Kurdistaniyan dosyayek li ser qewimînên li Kurdistanê radestî rayedaran kirin.
KOPENHAGEN: Navnîşaneke din a Kurdistanê lê daket qadan paytexta Danîmarka Kopenhagen bû. Kurdistaniyên li vê derê li hev civiyan, stasyona trenê ya herî qelebalix Hovedbanegarden dagir kirin û ji bo saetekê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
NÎCE: Navendeke din a çalakiyan bajarê Nîce yê li başûrê Fransayê bû. Bi sedan Kurdistaniyên li hev civiyan, bal kişandin ser zîhniyeta qetlîamker a dewleta Tirk. Di meşê de li dijî Erdogan û AKP’ê dirûşme hatin qîrîn û belavokên li ser bûyerên li Kurdistanê hatin belavkirin.
NANTES: Cihekî din ê ku komkujiya li Cizîrê lê hat şermezarkirin bajarê Nantes ê li rojavayê Fransayê bû. Kurdistaniyên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Engîn Sîncer li hev civiyan, ji vê derê heta Konsolosxaneya Tirk a li Nantesê meşiyan.
EVRY: Jinên Kurdistanî yên li herêma Evry ya Parîsê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Cizîrê, li ber avahiya Walîtiyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî çalakiya rûniştinê jinan dosyayek li ser rewşa li Kurdistanê radestî Walîtiyê kirin û dawî li çalakiya xwe anîn.
ROCHELLE: Kurdistaniyên li bajarê La Rochelle yê li rojavayê Fransayê bi meşekê komkujiya li Cizîrê şermezar kirin. Di meşê de dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Her der Kurdistan e her der berxwedan e” hatin qîrîn.
LUDENSCHEÎD: Li bajarê Elmanya Ludenscheîdê komkujiya li Cizîrê bi awayekî girseyî hat şermezarkirin. Girseya gel a danê êvarê li ber avahiya şaredariye li hev civiya, belavok belav kir.
TOKYO: Kurdistaniyên li paytexta Japonya Tokyoyê dijîn, ji bo bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser rewşê Kurdistaniyan li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çar saetan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di qasî du sed kes tevlî çalakiyê bûn û raporek li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, pêşkêşî rayedarên NY hat kirin.
OSLO: Li paytexta Norwêc Osloyê, Koma Piştgiriya bi Kurdistanê re ya ji aliyê nivîskar û siyasetmedarên Norwêcî ve hat avakirin, ji bo şermezarkirina komkujiyên bi destê AKP’ê ve tên kirin, meşek organîze kir. Girseya gel a ji ber stasyona trenê bi rê ket, heta ber Parlamenta Norwêcê meşiya. Ji Partiya Sor a Norwêcê Arnljot Ask û Seher Aydar li vir peyivîn.
NAVENDA NÛÇEYAN
