PKK: Em fermandar û şervanên QSD’ê, her wiha hêzên koalîsyonê hemûyan ên li dijî DAIŞ’ê şer kirin, di şexsê DAIŞ’ê de zîhniyet û siyaseta faşîst têk birin, Newroz bêhtir watedar kirin û di rojeke Newrozê de Cejna Serketinê diyarî gelê me û mirovahiyê kirin, pîroz dikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê, li ser rewşa dawî ya pêngava berxwedanê ya bi navê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PKK´ê Newroza îsal weke ya herî bi heybet a di dîrokê de bi nav kir, li tevahiya gelan pîroz kir û didewamê de got, “Di serî de gelê Kurd, gelan û bindestan Meydanên Azadiyê yên Newrozê dagirtin. Rastiya yekîtî, berxwedan û serketinê ya Newrozê ku cejneke azadiyê ye, di pêngava me ya berxwedanê de ya bi navê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ berbiçav bûye. Li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ku êdî veguheriye rêbaz û sîstemekê, bi milyonan mirovî daxwaza jiyana azad a Rêber Abdullah Ocalan kir. Newroza 2019’an li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bû Newroza Berxwedanê ya rasteqîn.”

Hefteya lehengan û lehengên nû

PKK´ê hefteya lehengiyê jî bi bîr xist û got, Hefteya Lehenagn bi Newrozê û bi wateya ku Mazlûm Dogan ji nû ve lêbarkirî dest pê dike û heta 28´ê Adarê Roja Lehengiyê ya Neteweyî dewam dike ku salvegera şahadeta “fermandarê me yê nemir Mahsûm Korkmaz” e. Li ser mijarê PKK´ê wiha dewam kir: “Di sala 2019’an de em lehengên nû li dîroka gelê xwe ya lehengiyê zêde dikin. Pêngava me ya berxwedanê ya ku li dora Greva Birçîbûnê ya Mezin a bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz li zindanan, çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tê kirin, li ser bingeha çalakiyên girseyî li tevahiya dinyayê belav dibe. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Bakur li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, li Rojava jî li dijî çeteyên DAIŞ‘ê destanên lehengiyê dinivîsînin. Li qada me ya Zagrosê fermandarên HPG û YJA Starê û milîtanên hêja yên partiya me PKK’ê Bager Bîtlîs û Ronya Qers şehîd bûn. Em wan bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê xwedî li bîranînên wan derkevin û armancên wan bi ser bixînin.”

QSD´ê serktina dîrokî ava kir

PKK´ê ji bo serketina QSD´ê ya li dijî DAIŞ´ê jî got, “YPG/YPJ û QSD ku li ser xeta Lehengiya Neteweyî şer dikin, di Newroza 2019’an de serketineke dîrokî diyarî gelê me û mirovahiyê kir. Li ser herêma dawî ya di destê DAIŞ’ê de ala QSD’ê hate çikandin û bi vî rengî mirovahî ji tarîtiya DAIŞ‘ê rizgar bû. Fermandariyê QSD’ê ragihand ku di şerekî wiha dîrokî yê çar salan de 11 hezar şehîd û derdora 20 hezar birîndar çêbûne. Em fermandar û şervanên QSD’ê, her wiha hêzên koalîsyonê hemûyan ên li dijî DAIŞ’ê şer kirin, di şexsê DAIŞ‘ê de zîhniyet û siyaseta faşîst têk birin, Newroz bêhtir watedar kirin û di rojeke Newrozê de Cejna Serketinê diyarî gelê me û mirovahiyê kirin, pîroz dikin û hêvîdar in ku şerê wan ê li dijî çetetiya faşîst wê her bidome. Em şehîdên leheng ên vê serketina dîrokî bi rêzdarî bi bîr tînin, ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin û gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê silav dikin.”

Xwedî li şehîdan derkevin

PKK´î îşaret bi şehîdên destpêkê yên berxwedana “Greva Birçîbûnê ya Mezin” kir û got, “Piştî Zulkuf Gezen ê li girtîgeha Tekîrdagê şehîd bû, Ûgûr Şakar ê beriya niha li Elmanyayê çalakî kir û Ayten Beçet a li girtîgeha Gebzeyê dîlgirtî bû şehîd bûn. Beriya her tiştî em welatparêzê mezin Ûgûr Şakar û milîtana azadiya jinê hevrê Ayten Beçet bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li bîranîna wan derkevin û armancên wan bi ser bixînin. Em êşa malbatên wan û gelê xwe parve dikin. Di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe û hêzên şoreşger-demokratîk hemûyan dikin ku bi rengekî rast ewladê leheng ê Dersimê Ûgûr Şakar û keça leheng a Sêrtê Ayten Beçet fêhm bikin û bi xurtî xwedî li wan derkevin.”

Ne bi rêbazên şexsî bi rêbazên rêxistinî

PKK´ê got, berxwedanê dor li siyaset û zîhniyeta faşîst girtiye, faşîzma AKP-MHP’ê têk dibe û wiha dewam kir: “Ji niha ve tê dîtin, bi hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê re, ev hilweşîn wê bêhtir xuya bike. Bêguman ev berxwedana ku li ser bingeha têkbirina sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya li Îmraliyê ji bo hilweşandina siyaset û zîhniyeta faşîst-qirrker tê kirin, berxwedaneke lehengiyê ye, berxwedana serketinê ye û berxwedana azadiyê ye. Berxwedana serketin û rûmeta neteweyî ye ku li ser xeta Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan, Sarayan û Zîlanan derketiye holê. Ji ber vê yekê divê xeta çalakiyê rast bê fêhmkirin, li şûna rêbazên şexsî, nêzîkatiyeke rêxistinî were nîşandan û rêbazên ku derbê li faşîzmê dixin, esas bên girtin. Hin çalakî hene ku dubareya wê nabe, dema ku bê dubarekirin rê li ber bêwatebûnê vedikin. Çalakiyên hevrê Zulkuf, Ûgûr û Ayten çalakiyên bi vî rengî ne. Em pê bawer û piştrast in ku di serî de li zindanan, hevrêyên li her qadê wê bi vê têgihiştinê tevbigerin, ne bi rengekî şexsî lê bi rengekî rêxistinî nêzîk bibin û rêbazên çalakiyê yên ku timî li dijmin dixin û faşîzmê têk dibin, esas bigirin.”

 

ANF / BEHDÎNAN