Li Dîlokê pêr êvarê li gorî seata herêmî, di 19.45 an de li nêzî Qeraqola Polîsan a li Karşiyaka wesaîteke bombebarkirî teqiya. Rayedarên tirk diyar kirin ku wesaîta ku li nêzî rawestgeha otobûsê hatiye parkkirin bi kumandeyê hatiye teqandin. Rayedaran diyarkirin ku wesaîta ku bi alîkariya wesaîteke din danîne cihê bûyerê, berî teqînê bi 4 deqeyan danîne cihê bûyerê. Ji ber teqînê wesaît û malên li derdorê ziyan dîtin, camên gelek dikanan şikiyan. Otobusa rêwiyan a li rawestgehê û gelek wesaîtên li cihê bûyerê şewitîn. Di êrîşê de tevî zarokan 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 69 kes jî birîndar bûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 4 ji wan zarokên ku temenê wan di navbera 1 û 13 salî de ne. 17 kesên birîndar hîn jî li nexweşxaneyan tên dermankirin û rewşa 4 ji wan giran e.
Hat diyarkirin ku der barê teqînê de li navçeya Riha Sîweregê 5 kes hatine binçavkirin û ji bo lêpirsînê wan birine Dîlokê.
Piştî teqînê rayedarên dewletê li pey hev daxuyanî dan. Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay diyar kir ku teqîn 30 metro nêzî qeraqola polîsan pêk hatiye. Atalay da zanîn ku wesaîta ku di êrîşê de hatiye bikaranîn berê hatiye dizîn.
Ji aliyê din ve cenazeyên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane piştî otopsiyê doh hatin veşartin.
NAVENDA NÛÇEYAN
‘Ti eleqeya me bi êrîşa Dîlokê re nîne’
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê der barê teqîna ku roja Duşemê li Dîlokê pêk hat de daxunî da û ragihand ku ti eleqaya wan bi vê bûyerê re nîne. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê daxuyaniya der barê bûyerê de ji ANF’ê re şand û weha got; “Di 20'ê Tebaxê de li navenda Dîlokê teqînek qewimiye. Rayedarên dewletê û çapemeniya tirk dixwaze vê bûyerê biavêje ser tevgera me. Tu têkiliya hêzên me bi vê teqînê re nîne. Gelê me û raya giştî baş dizane ku tu hewldanên me yên li dijî sivîlan ne mijara gotinê ye. Ji xwe hêzên me li gorî bangawaziya KCK'ê ya di cejnê de ji şer û pevçûnan dûr disekine û li gorî vê ji bilî şerên di operasyonan de ti tevgereke eskerî nekirine."