Bi sedan kes ji her du Kantonan li festîvalê amade bûn. Festîval bi merasîmek leşkerî ji aliyê hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakê û şervanên Erka Xweparastinê ve hate dest pê kirin. 

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM’ê ya Kantona Cizîrê Edalet Omer di merasîmê de axvî û diyar kir ku yekemîn car e li bajarê Dirbêsiyê festîvalek bi vî rengî pêk tê û wiha peyivî: “Em vê festîvalê li hemû kesên amade, li şehîdên berxwedana Pirsûsê û li malbatên wan pîroz dikin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê derbasî pênc saliya xwe dibe, di çar salên derbasbûyî de gelek serkeftinên mezin hatin bidestxistin û gelek herêm hatin rizgarkirin. Ev encamê têkoşînek mezin e.”


Dîlanên Kurdî gerandin

Li ser navê pêkhateya Ereb jî Mihemed Hemêdî axivî û got ku ew bi navê pêkhateya Ereb Festîvala Govenda Azadiyê ya Kurdî li hemû kesên amade pîroz dikin û wiha pê de çû: “Şoreşa Rojava çar salên tije berxwedanî li pey xwe dihêle. Tu cudahî di navbera pêkhateyan de tunebû û heya niha jî em bi hev re Kurd, Ereb û Sûryan gavên mezin davêjin û serkeftinan bidest dixin.”

Li ser navê pêkhateya Sûryanan jî Senherîb Bersûn got, ew wekî pêkhateya Suryan bi boneya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê ew vê festîvalê li gelê Kurd û her kesê ku cihê xwe di nava şoreşê de girtiye pîroz dikin. 

150 endamên TEV-ÇAND a Kantona Cizîrê û Kobanê bi hev re dîlanên Kurdî gerandin. Her wiha endamên TEV-ÇAND a Rojava bi stranên şoreşgerî bi zimanê Kurdî û Erebî Festîvala Govenda Azadiyê bi dawî kirin. 


 JINHA/DIRBÊSIYÊ