Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre endamên tabûrê tûreneke leşkerî li dar xistin. Di merasîmê de Fermandarê YPG'ê yê bajarê Dirbêsiyê Reşîd Umer axivî û avakirina tabûrê li hemû welatiyên gund Xasê û bajarê Dirbêsiyê pîroz kir. Umer di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku herêmên Rojavayê Kurdsitanê rastî êrîşên çeteyan ên hovane tên û got ku ew jî li hemberî van êrîşan ji bo parastina herêmên xwe, hêzên YPG'ê û YPJ'ê xurt dikin.
Reşîd Umer soza parastina herêmê û rêziya li hemberî xwîna tekoşeran û rêgezên gelê Rojava da û wiha anî ziman: “Divê em li gorî baweriya ku gelê me daye me û layiqên xwîna şehîdên xwe, bin. Wekî YPG'ê me soza parastinê herêmê ji çeteyan da gelê xwe. Me çeka xwe ji bo tevlîheviyan ranekiriye. Lê belê me bi armanca parastina welat û welatiyan çek li hemberî çeteyan hilgirtiye û ji bo vê yekê rojane ciwanên me canê xwe feda dikin.”
Ji aliyê xwe ve Helbestvanê Kurd Ferhad Merdê çend helbestên xwe pêşkêş kir. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.
DIRBÊSIYÊ