Çapemeniya kurd, ji bo zext û zordariyên li dijî çapameniya azad şermezar bike û hesap bipirse, li Dadgeha Mafên Mirovan(DMME) serlêdan kir. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku xalên 3., 5., 10. û 13'emîn ên Peymana Mafên Mirovan, xala Protokola 1/1'an hatiye binpêkirin û ji DMME´ê hat xwestin ku bi lezgînî serlêdana wan li ber çavan bigire.
Çameniya kurd bi rêya parêzerên xwe ji bo balê bikşîne ser zext, zordarî, girtin, ceza, dijhiqûqî û sansura ku li ser çapemeniya kurd tê meşandin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Kedkarên çapemeniya kurd bi daxwaznameyekê pirsgirêkên xwe ji DMME'ê re ragihandin. Kedkarên çapemeniya kurd di daxwaznameya xwe de anîn ziman ku li gorî xala 40'emîn û 41'emîn mafê wan hatiye binpêkirin û xwestin li gorî van xalan daxwazên wan li ber çavan bê girtin. Kedkarên çapemeniyê, dan zanîn ku bi binpêkirinan re rû bi rûne.

Amûr tên desteserkirin
Parêzerên Çapemeniya kurd Prz. Ozcan Kiliç û Prz. A. Deniz Taşdemîr, li gorî xala 59'an lêkolîn kir û bal kişand ser binpêkirina mafên çapemeniyê. Kiliç û Taşdemîr anî ziman ku hem rojnameger tên binçavkirin û hem jî hemû alav û amûrên wan êw wekî kamera, kompîtûr ên teknîki yên rojname û ajansên kurd tên desteserkirin û bi salan nayê dayîn. Hat diyarkirin ku piştî rojnameger tên girtin ji mafê aborî, civakî û pîşeyî jî tên dûrxistin.

Bi dehan rojnamevan girtî ne
Kiliç û Taştemîr, di daxwaznameya xwe de bal kişandin ser zextên li ser rojnamevanan, girtin û binçavkirinên rû didin. Parêzeran di daxwaznameya de navê bi dehan rojnamevanên kurd yên girtî ên weke xebatkarê Ozgur Gundem, DÎHA, Azadiya Welat û Evrenselê jî ragihandin.

Bi saetan weşan hatin rawestandin
Parêzeran, dan zanîn ku di serdegirtina buroyan de polîsan bi saetan li buroyan lêgerin pêk anîn û bi saetan weşan hatin rawestandin. Parêzeran,  wiha gotin: "Di serdegirtina her buroyekê de nêzî 50 polîsên sivîl ketin hundir û lêgerîn pêk anîn. Polîsan ji saeten serê sibê heta êvarî lêgerîn pêk anîn. Bi saetan weşan hate rawestandin." Parêzeran, da zanîn ku ji ber weşan hatin rawestandin, hem xebatkarên çapemeniya kurd hatin mexdûrkirin û hem jî xwendevanên çapemeniyê ji mafê xwe yên ragihandinê bêpar man û mexdûr bûn. Parêzeran, da zanîn ku wan li dadgehên Tirkiyeyê îtîraz kir û mafê agahiyê xwestin, lê bi tu awayi bersîv negirtin û rêya hiqûqa hundirîn li pêş wan hate girtin.

Rojnamevanî lêpirsîn kirin
Parêzeran, destnîşan kir ku rojnamevanên kurd 3 rojan di bin çavan de hatin girtin û di bin çavan de pirsên têkildarî nûçeyên hatine çêkirin ji wan hatine pirsîn. Parêzeran, anîn ziman ku pirsê "We çima ev nûçe çêkiriye, we çima têkilî bi vê çavkanyê re daniye?" ji wan hatiye pirsîn û bi vê yekê rojnamevanî ji lêpirsînê derbas bûye.

Çapameniya kurd di bin zêxtê de ye
Prz. destnîşan kir ku bi her awayî rojnamegeriya kurd di bin zext û zorê de weşanê û xebatê dike û her tim rastî astengiyên dijhiqûqî û li dijî demokrasî û mafên çapemeniya azad tê.
Parêzeran, bal kişand ser biryarên DMME'ê yên berê û anîn ziman ku di salên borî de jî dadgehên Tirkiyeyê bi awayekî keyfî rojname girtin û ji ber vê yekê hatibûn mahkumkirin û herî dawî dîsa li gel biryarên DMME'ê dîsa Rojnameya Ozgur Gundemê ji bo mehekê girtin.
Parêzeran, da zanîn ku çapemeniya kurd û xebatkarên wê bi awayekî fîzîkî, derûnî, hiqûqî û aborî di bin zext û astengiyan dene û xwestin li gorî xalên 3., 5., 10. û 13'an ên Peymana Mafên Mirovan û Protokol 1/1.'an lêkolîn bê kirin û hesap bê pirsîn. Parezeran xwest DMME daxwaznamaya wan li ber çavan bigre û bersîvek erênî bidin wan. 

DÎHA/STENBOL