Li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûrî nerazîbûn dewam dikin.
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê û Girê Spî, li bajarê Awustralyayê Sydneyê hatin şermezarkirin.
Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat û rêxistinên çep ên Awustralyayê jî destek dan çalakiyê.
Endamê Komîsyona Piştgiriya bi Rojava re, Peter Boyle li qada çalakiyê axivî û got, Kobanê sembola mirovahiyê ye, li dijî êrişên DAIŞ’ê û Erdogan li ber xwe daye û ruhekî têkoşer ku di dîroka cîhanê de kêm caran hatiye dîtin, derxistiye holê. Boyle bang li her kesî kir ku li dora Kobanê bicivin û got, “Bi vî rengî em dikarin pêşî li êrişan bigirin.”
ANF/SYDNEY