Fermandariya Giştî ya YPG'ê bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Rojava kir ku li hemberî êrîş û planan erka xwe ya netewî pêk bînin. Fermandariya YPG'ê got ku êrîşên li dijî Rojava li dijî hemû Kurdistanê ye û ji hemû şervanên Kurdistanî xwest ku derbarê êrîşên li ser Rojava erka xwe ya netewî pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şervanên YPG/YPJ'ê li ser bingehekî netewî hatiye damezirandin, ji destpêka damezirandina xwe ve erka parastina hemû pêkahteyên herêmên Rojava daye ser milê xwe û bersiva hemû cûreyên êrîşan li dijî gelê herêmê didin. Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku şervanên YPG/YPJ'ê ji bo gelê herêmê bi ewlekarî û aramî li ser xaka xwe ya dîrokî jiyan bike, tiştên xwe ya herî giran buha feda kiriye û gelek endamên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest dan.

YPG hêza parastina hemû pêkhatiya ye

Di berdewama daxuyaniyê de nakokiyên di navber partî û rêxistinên siyasî yên Rojava hatin bi bîr xistin û wiha hat gotin: “Şervanên YPG/YPJ'ê tevî hemû nakokiyan, bê cûdahî parastina hemû pêkhateyên herêmê dikin. Yekîneyên me dê xeta xwe ya parastinê dewam bike. Heta ku yekîneyên me hebin, dê bi qehremanî li dijî dijberên gel li ber xwe bidin û tevî derfetên xwe yên kêm jî dê heta dawî erka xwe ya parastinê pêk bînin.”
Di daxuyaniyê de der barê êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê de ku li dijî herêma Kobanê pêk tê û valakirina gundên Girê Spî (Til Ebyedê), Reqayê û koçberkirina wan wiha hat gotin: “Tiştên ku plan dikin ji girtina herêma Rimêlan, derdora wê û qutkirina herêmên Rojava ji hev e. Bê dengiya çapemeniya Ereb û Navnetewî, bê xemiya opezisyona Sûriyeyê di serî de Koalîsyona Opozisyona Sûriyeyê derbeyek mezin a li dijî hemû gelê Kurd e. Planên bahsa mijarê li dijî erd, gel, çand û dîroka Kurdan pêk tê. Ji ber vê yekê gêjbûna siyasiye ku ev êrîş û plan li dijî aliyekî bêne binavkirin.”


'Dema yekîtiyê ye'
Di berdewama daxuyaniya xwe de bang li partî û rêxistinên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hat kirin û wiha gotin: “Ji ber ku me berpirsyariyeke dîrokî giritye ser milê xwe, em bang li hemû rêxistin, partî, aliyên siyasî, tevgerên ciwanan û jinan, kesayetên serbixwe û berpirsyarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê, Encumena Niştiman Kurd li Sûriyê (ENKS), Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dikin ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û di vê dema hesas de şervanên xwe bikin yek.”


'Erka xwe ya neteweyî pêk bînin'

Di daxuyaniyê de her wiha bang li şervanên Kurdistanî jî hat kirin ku erka xwe ya netewî pêk bînin û wiha hat domandin: “Bang me ji şervanên Kurdistanî û di serî de Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê, Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Partî Demokratî Kurdistan (PDK), partiya Aştî û Demokratiyê (BDP), Yektî Niştimanî Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran û hemû şervanên Kurdistanî yên din ku bi erka  xwe ya netewî derbarê êrîşên li dijî Rojava pêk bînin.  Em di wê baweriyê de ne ku Rojava dê serbikeve û ev serkeftin dê ya hemû gelê Kurdistanê be.” 

ANHA/QAMIŞLO