Ji herdu peyvên ‘Demos û Krotos’ yên Yewnanî pêkhatî ye. Herdu peyvên ku wateya ‘gel û desthilatê’ îfade dikin, ji serdema peydabûna wê heta roja me ya îro her mijara niqaşê ye; demokrasî li gorî çi? Ango kîjan demokrasî? Her wisa gelek cûre û çeşîdên wê hene û her nêrîn, îdeolojî jî li gorî siyaseta xwe wê ji nû ve şîrove dike, ji nû ve teşe dideyê û dixwaze di warê birêveberiyê de li ser civakê bikarbîne.

Li gelek welatên dinê piştî pêvajoyên dûrdirêj yên dewletên împratorî, keyserî û desthilatên olî rêveberiyên ‘demokratîk’ hatin damezirandin. Ew demokratîkbûn jî li piraniya wan welatan weke demokrasiyên burjuvaziyê encam dan. Bi gotineke din desrhilat ne ya gel bû, lê li gelek ji wan welatan gel bi giştî ji pêşketina siyasî, aborî, perwerdehiya nû û ji çanda bajarvaniyê sûd wergirtin.

Maldarên serdest ji bo geşkirina pergalê pêdivî bi civakeke zanyarî didîtin, wisa jî pergala maldaran ango kapîtalîzm bê xwestina xwe be jî civakeke agahdar û pêşketî saz dikir.

Li welatên mîna Tirkiyê ku bi pêvajoyeke sirûştî ya veguherînê nikarîbûn derbasî pergala demokrasiyê bibin, hemû hêmanên wê bi darê zorê, ji jor ve û di bin siya çeka leşkeran de hat avakirin, vegeriya qada pevçûna bêdawî ya demokrasîxwaz û yên dijberên wê. Lewra jê re li gel faşîzm, kolonyalîzm û cûreyên din yên otokrasiyê weke ‘demokrasiya leşkerî’ jî hat binavkirin. Ew pergala leşkerî ku îro di destê kesekî de vegeriyaye ‘Pergala Dîktatorî ya Leşkerî ‘ her wisa hîna jî têgîna ‘demokratîk’ mîna teriya mişkê bi dûvê wê ve zeliqandiye.

Lê li aliyê din lêgerîna pergala rastîn ango demokrasiya rastî ya gel jî her berdewam e.

Ew lêgerîn dawiya heftêya borî li paytext Berlînê li dar bû. Wekî raya giştî bi kêmanî be jî jê agahdar bûye di 21-22 ê Îlonê de li Berlînê Konferansek bi sernavê ‘Lêgerîna Peymaneke Civakî – ji bo Tirkiyeke Demokratîk’ hat lidarxistin.

Ev konferans weke kombûna herî berfireh û rengîn a Tirkiye û bakurê Kurdistanê encam da.

Di konferansê de gelek akademîsyenên di salên dawî de neçar mane derkevin derveyî welêt, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û derdorên bala wan li ser pergala Tirkiyeyê ye, beşdar bûn.

Di konferansê de ku du rojan berdewam kir û di dawiyê de Danezaneke Encamê jî hate xwendin, li gel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Partiya Saadet, CHP û nûnera IYI Partî ya Berlînê jî amade bû.

Her wiha rojnamevan Cengîz Çandar ê ku ev çend salên dawiyê ji awirên raya giştî dûr û li sirgûniyê dijî, Ergûn Babahan, Can Dundar, Hayko Bagdat jî wekî amadekar û rêveberên konferansê beşdar bûn.

Li gel wan siyasetmedarên ku demên berê di meclîsa Tirk de cih girtibûn û niha ji ber tehdîta rejîma AKP-MHP ê neçar mane li derveyê welêt bijîn, di herdu rojên komxebata konferansê de cihê xwe girtin.

Di herdu rojên konferansê de xala bingehîn ya li ser hate rawestîn rewşa Tirkiye ya ku her ber bi xeteriyeke tarî ve diçe hate niqaşkirin. Beşdar bi giştî li ser wê nêrînê hevraman bûn ku rejîma niha li ser desthilatê ye ji bo Tirk, Kurd, gelên din yên Tirkiyeyê dijîn û her wisa ji bo Alewî, Êzîdî, LGBTÎ-Q û derdorên muxalif-demokrat yên li welêt bi tenê wêrankirin û kambaxiyê aniye. Bi tenê şer û metirsiyê aniye ku divêt demildest ji wê pêşketina xerab re çareyekê bê dîtin.

Di danezana encamê de kurtûkurmancî ev xal derketin pêş:’ Cara yekem e ku em hinde kesên ji ramanên cihê ne, tên cem hev. Di komxebata me ya du rojan de li jêr ronahiya tecrûbeyên me yên demên borî, me li dewsa cudahî û cihêrengiyên xwe aliyên xwe yên hevpar derxistin pêş. Me cudahiyên ku heta duh rê nedidan em bêne cem hev danîn aliyekî, bi daxwaza demokrasiyê û li hemberî otokrasiyê li hev kom bûn. Sedemê ku em anîn cem hev ne dijminahiya li hemberî kesên ku em weke dijmin îlan kiribûn, nemaze evîna me ya ji bo welêt, baweriya me ya bi demokrasiyê, hesreta me ya azadiyê, israra me ya wekheviyê, pêdiviya me ya bi edaletê û soza me ya ji bo xwîşk û biratiyê bû.’

Her wisa di danamezanê de hat destnîşankirin ku dê ji vir şûn de jî xelekên din yên vê xebatê li deverên cihê bên domandin û ew ê bandorê li pergala Tirkiyeyê bikin.

Di konferansê de Peyvên Kurd û Kuridstanî weke têgîn zêde cih negirtin. Lê weke armanca hevpar ‘Lêgerîna demokrasiyeke rastîn’ derket holê. Di platformeke wiha de cara yekem e ku Kurd, Kemalîst, Îslamîst, Tirkên nasyonalîst, Alewî, Ermenî, Siryanî û nûnerên din yên ji civaka Anatolya û Kurdistanê tên cem hev.

Mirov tê derdixe ku êdî herkes li ser rewşa xeter ya welatî hevraman e. Ya ji wê konferansê li cem me mayî jî, ev e.