Di yariyên roja yekê de yerîkera tîma Duhokê Ciwan Cîhad li hemberî yarîkera Bexdayê Nor Macid bi ser ket, yarîkera Duhokê Sulaf Neşyet li hemberî hevala xwe Medya Evdel bi ser ket, yarîkera tîma Bexdayê Rîm Fuad li hemberî yarîkera Duhokê Şana Îmad bi ser ket, yarîkera Bexdayê Karolîn Hatom jî li hemberî yarîkera Duhokê Zanîn Cemîl bi ser ket.
Endamê Yekîtiya Tenîsa Erdî ya Iraqê Seîd Xelîl got, “Di vê şampiyonayê de 9 keç pêşbirkêyê dikin û dê pênc yarîker bo şampiyonaya erebî ya dahatî li Misirê bên jimartin. Paşî 2 ji wan dê bên hilbijartin bo xula yariyên erebî ya li Qeterê. 5 keçên duhokî beşdarî vê şampiyonayê bûne û şampiyona bi serperiştiya Yekîtiya Tenîsa Erdî ya Iraqê û bi hevkariya Yekîtiya Tenîsa Erdî ya Duhokê tê birêvebirin.

AKnews