Tevgera Jinên Azad ên Herêma Federal a Kurdistanê û Komîtêya Şehîdan a KCK û PÇDK, ji bo bîranîna Leyla Walî Hesen (Viyan Soran) ku di 2'ê Sibatê de 2006'a de ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê li Xeftanîn bedena xwe da ber agir û hevalên wê yen Duhokê ku di nav PKK’ê de di demên cûda de jiyana xwe ji dest dabûn çalakiya bîranînê pêk anîn. Çalakiya li Navenda Partiya Komînîsten Kurdistan ye Dûhokê pek hat de gelek kes amade bûn. Li salona bîranînê posterê Rebêrê PKK'ê Abdullah Ocalan û postêren Viyan Soran û hevalên hatin vekirin.
Di kesayeta Viyan Soran de ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane find hatin pêxistin û deqeyêk rez hate girtin. Li salonê dirûşmên "Şehîd namirin", "Ey şehîd rêya tê rêya me ye" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Piştê rezgirtinê li ser navê Komîtêya Şehîdan a KCK, Komîtêya Şehîdan a PÇDK, Tevgera Jinen Azad a Kurdistan û li ser navê Malbatên Şehîdan peyam hatin xwendin. Di peyaman de soza bilindkirina tekoşîna azadî û demokrasiya Kurdistan hatin dayîn. Pişt re nameya Viyan Soran hate xwendin. Li ser navê civanên welatparêz ên Herêma Federal a Kurdistan jî peyama sosdariya tekoşîna gele Kurd hat xwendin. Piştê peyaman sînevîzyonek ser jiyana Viyan Soran hat pêşkeşkirin û piştê bername ji bo kesên ku tekoşîna azadiye de jiyana xwe ji dest dan harin hat belavkirin. Bernamê bi dûrûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi davî bû.

DUHOK