Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîn û Ezazê li dagirkeran xistin. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 6 dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

HRE’yê têkildarî çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li herêmên Efrîn û Ezazê di 17 û 18’ê Çileyê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete çalakiyên xurt hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di 17’ê Çileyê de hêzên HRE’yê li Ezazê li baregeheke artêşa Tirk a dagirker xist û di encamê de 2 leşker birîndar bûn.

Şeva 17’ê Çile û sibeha 18’ê Çile jî li derdora gundê Beradê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 2 çalakiyên sabotajê hatin kirin û di encamê de 6 çeteyên Firqat Hemzet hatin kuştin.

Heman rojan artêşa Tirk a dagirker gelek gundên herêmên Efrîn û Şehbayê bi obusan bombebaran kir.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN