Li herêma Efrîn, Mare û Babê herî kêm 2 çeteyên dagirker hatin kuştin. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:

“Li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê,  hêzên me bi sê çalakiyên cuda komên çete kirin armanc. Di  23`ê Hezîranê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Daxilî Baş ê girêdayî herêma Babê kirin hedef, encama çalakiyê û hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. 24`ê Hezîranê hêzên me li dijî koma çete ya bi navê El Cebha El Şamiyê li gundê Til Malid ê girêdayî herêma Mare çalakiyek li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn. 24`ê Hezîranê yekîneyek me bi çalakiyeke taybet li çeteyekî Firqet El Emşat li ser rêka gundê Hisê yê girêdayî navçeya Mabata dan, di encamê de ew çete hat kuştin.”