Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê teqîna ku pêr li Efrînê li dijî dagirkeran pêk hatibû girt ser xwe.Pêr li navenda Efrînê  di dema merasîma leşkerî de erebeyeke bombebarkirî di nava artêşa Tirk û çeteyên wê de teqiya.Di teqînê de 25 çete û leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 36 jî birîndar bûn.Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê  çalakî girt ser xwe.

Daxuyanî wiha ye: "Hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li herêma Efrînê û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê didomîne.Laşên jin û zarokan ku ji ber bombebarana balafirên dewleta Tirk û çeteyên wê parçe bûn, nayê jibîrkirin. Çalakiyên me wê li dijî çete û kesên ku axa me û qirêj kirin e dewam bike. Di demeke nêzîk de wê şêniyên resen vegerin ser axa xwe.

Hêzên me di 21‘ê Sibata 2019‘an li navenda bajarê Efrînê, li kolana Vêlat a li nêzî Nexweşxaneya Dêrsim erebeyeke bombebarkirî di nava çeteyên dagirker de teqand. Di encamê de 25 hatin kuştin û derdora 36 jî birîndar bûn, di nav de 4 endamên îstîxbarata Tirkiyê hebûn.Wekî Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakiyên me yên tolhildanê li dijî çete yên ku Efrînê û herêmên din dagirkirine dewam in heta EFrînê û tevahî Bakurê Sûriyê ji terora Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bibe."

Li Cerablusê jî çalakî

Doh jî li bajarokê Xendûra yê Cerablusê ku ji aliyê leşker û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, teqînek pêk hat. Di encamê de 4 çete û 4 jî endamên îstixbarata Tirk hatin kuştin.Odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê teqîna erebeya bombebarkirî girt ser xwe û got: “Ev çalakî di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên li Bakurê Sûriyê de ye. Di heman demê de ev çalakî hesabxwestina çeteyên ku beşdarî dagirkirina Efrînê bûn, şêniyên wê dan koçberkirin û kiryarên terorîst li ser gel pêk anîne.”

Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne; Elewî Neyîf, Emîr Dîbo, Mihemed El-Şêx Neyîf,Rebî El-Rebî û 4 çete ji îstixbaratên dagirkeriya Tirkiyê ne. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê di daxuyaniyê de diyar  kir ku ew ê çalakiyan li dijî kesên ku destê wan ketiye xwîna şêniyên Efrînê pêk bînin û tola wan hilînin.”

 

ANHA/EFRÎN