YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Efrînê 3 çete hatine kuştin û 6 çete jî birîndar bûne. Her wiha çeteyên artêşa Tirk gundê Şêx Îs ê Şehbayê ku li ser sînorê bajarokê Mari´ e, topbaran kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li ser çalakiya xwe ya li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de çalakiyên xurt ên hêzên wan ên li dijî artêş û çeteyên Tirk ên dagirker dewam dikin.
Li gorî daxuyaniyê, roja 19’ê Mijdarê tîmeke YPG’ê li navenda bajarê Efrînê li dijî nuqteyeke komên çete ku bi karê ‘polîsê leşkerî’ yê dagirkeriyê radibûn, çalakiyeke xurt hatiye kirin.
Hat gotin, di vê çalakiyê de 3 çete hatine kuştin, 6 çete jî bi giranî birîndar bûne.
Yek jê zarok 2 welatî birîndar bûn
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Şêx Îs ê herêma Şehbayê topbaran kir, di encamê de yek jê zarok 2 welatî birîndar bûn. Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA´yê çeteyên artêşa Tirk a dagirker doh seat 13:00`an gund topbaran kir û topek li navenda gund ket.
Di topbaranê de yek jê zarok 2 welatî birîndar bûn û şêniyan ew rakirin nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a Şehbayê. Navê zarokê birîndar Mihemed Hec Omer (9) ji şêniyê gundê Şêx Îs e. Her wiha şêniyê birîndar jî navê xwe Hisên Ehmed (52) ji şêniyên gundê Zerko yê herêma Raco ya Kantona Efrînê ye û ji pişta xwe birîndar e. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, rewşa Hisên Ehmed ne baş e.
EFRÎN