Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku li navçeya Şiyê û Şera yên Efrînê şervanên 3 dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî çalakiyên şervanên wan yên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG’ê got 10’ê Cotmehê li ser rêya di navbera gundê Senarê û navçeya Şiyê yekîneyêke wan li dijî çeteyekê Lîwa el-Weqas çalakiyekî sekvanî pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Hemûd el Cuma hat kuştin.

Roja 11’ê Cotmehê jî li gundê Qeretepe ya girêdayî navçeya Şera yekîneyeke wan li dijî çeteyên koma Sultan Murad çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

EFRÎN