Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Efrînê 4 çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:”Di roja 19’ê Îlonê de hêzên me li gundê Xezawiyê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê çeteyên girêdayî koma Ehrar el-Şam hedef girtin û bi bandor lê da. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete birîndar bûn. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne: İbrahîm el-Rabîa (Hama), Atta El-Musa (Hama).
Di heman rojê de yekîneyên me li gundê Hekîçê yê navçeya Şiyê ya ser bi Efrînê ve li hemberî 2 çeteyên girêdayî koma bi navê Lîwa el-Waqas çalakiya kêmînê pêk anî. Di encama çalakiyê de her du çete hatin kuştin û çekeke MG3 hate desteserkirin. “
EFRÎN