Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ê di çalakiyên xwe yên 26’ê Adarê û 1’ê Nîsanê de li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê 6 çeteyên artêşa Tirk a dagirker kuştin û çeteyek jî birîndar bû.
HRE der barê çalakiyên xwe de bi daxuyaniyekê agahî da. Li gorî daxuyaniyê, şervanên HREʼê 26’ê Adarê li gundê Omera yê bi ser navçeya Şera li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek kirine û bi ser çeteyan de girtine. Di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.
1’ê Nîsanê jî şervanan li ser rêya gundê Birc Heyder ya bi ser navçeya Şêrawa de li dijî seyareya berpirsyarê çetayan, yê bi navê Ebû Xalid çalakiyeke sabotajê pêkanîn. Di çalakiyê de tevî Ebû Xalid 3 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû, her wiha seyare jî hat îmhakirin. Şervanên HREʼê li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê jî li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê pêkanîn. Di çalakiyê de şervanan zirar gihandin çeteyan.
Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî sivîlan û artêşa Sûrî dikin
Artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji şervanan derban dixwin, gundê Ziyaretê yê Şêrawa ya Efrînê topbaran kir. Îro 02.04.2020 jî dewleta Tirk a çete derdora gundê Bêne û Aqibê yên navçeya Şêrawa topbaran kirin. Li aliyê din, dewleta Tirk a çete êrişên xwe yên li ser Til Temirê didomîne. Artêşa Tirk a çete benda kontrolê ya Eboş a girêdayî Til Temirê topbaran kir. Di encamê de 2 eskerên hikûmeta Sûrî can dan û 5 jî birîndar bûn. Yek ji candayiyan efser e. NAVENDA NÛÇEYAN