Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran ciwanên Efrînê li navenda Kantona Efrînê meşiyan. Meşa ciwanan li navenda ciwanên Rojava dest pê kir, di otobahna rojava û çerxerêya Newroz re derbas bû û di riya Raco re heya qada şehîdan meşiyan.
Ciwanan di meşê de, posterên Abdullah Ocalan hildan û dirûşmeyên “bijî berxwedana Îmraliyê” , “Bê Serok, jiyan nabe” gotin.
Dema ciwan gihiştin qada şehîdan, Endamê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Harûn Diyar axivî û tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û wiha axivî:” Heta Ocalan di girtîgeha dewleta Tirk de be, tu kes azad nîne û tu jiyan nîne.”
Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê Mihemed Qereman da zanîn ku dewleta Tirk bi siyasteya xwe ya faşîst bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd, dixwaze gelên herêmê ji nirxên aştî, mirovî û ramanên Rêbertiyê bê par bihêle û got, "Divê her kes ji bo azadiya Ocalan, dakeve meydanan.”
Heta bi azadiya Ocalan çalakî
Bi sedan şêniyên navçeya Şêrewa jî bi heman armancê ji gundê Gîmar heta gundê Birad meşiyan. Li gundê Birad, serokê Desteya Parastiên a Kantonê Ebdo Ibrahîm axivî û îşaret girîngiyia domandina rêzeçalakiyan heta azadkirina Rêberê Gelê Kurd kir.
Li navçeya Şiyê hî dayîkên aştiyê û Endamên Kongra Star mitînga xwe ya ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi dawî kir.
ANHA / EFRÎN