Navenda Çand û Huner a Kantona Efrînê şaxekî xwe li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê vekir.

Bi zêdebûna hejmara şagirtên taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê li Navenda Çand û Huner re, navendê şaxekî xwe li taxê bi navê “Navenda Çand û Huner a Çiyayê Kurmênc” vekir û tê de dê perwerdeyên govend, muzîk, stran û fêrbûna lêxistina amûrên mûzîkê bê dayîn.

Navend bi merasîmekê hat vekirin û tê de endam û rêveberên saziyên sivîl û şagirt amade bûn. Li wir Hevseroka Navenda Çand û Huner, Şîraz Hemo axivî û bal kişand ser girîngiya fêrbûna çanda Kurdî û da zanîn ku Şoreşa Rojava bi şoreşa çandî dest pê kiriye.

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Navenda taxa Eşrefiyê Ferîd Seror da zanîn ku hemû serketî bi saya ramana Ocalan pêk tên.

Her wiha Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan li taxa Eşrefiyê Emîne Osman da zanîn ku pêwîst e hemû beşdar enerjiya xwe bixin xizmeta gelê herêmê.

Paşê navend ji aliyê dayikên şehîdan ve hat vekirin. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.  


 EFRÎN