Cotkarên navçeyên Raco û Mabeta dest bi çinîna gelyazan kir, pê re jî gelyaz êdî li bazaran tîn firotin. Li herêmên çiyayî li gundên Belalîko, Elbeskî, Elbtaniya, Hec Cemala, Çeqmaq, Cincaliya, Elmendar, Zarîko, Cobana û Qasim, dargelyaz çandî ne. Cotkarên navçeyên Raco û Mabeta yên li van gundan dest bi çinîna gelyazê kir û li bazaran her kîloyê li gorî qalîteya wê bi buhayê di navbera 700-800 lîreyên Sûriyê difiroşin. Cotkaran got, gelyaz ji salên 80′î be li Kantonê tê çandin. 


 EFRÎN