SOZDA OREMAR JINNEWS/EFRÎN Li Efrîna ku pêkanînên DAIŞ’ê lê ketine meriyetê, di wêneyên nû yên ji Efrînê de mirov dibîne ku çarşefa reş li hemû jinan hatiye kirin. Hat zanîn ku heta niha 7 jin û herî dawî jî jina bi navê Hatîce ya li taxa Eşrefiyê ji aliyê komên çeteyan ve hatiye revandin. Li Efrîna ku di bin destê Tirkiyeyê û komên wê yên çete de ye, zext û êrişên li dijî warên jiyana jinan, roj bi roj zêde dibin. Di wêneyên ajansa me weşandî de tê dîtin ku pêkanînên DAIŞ’ê ketine meriyetê û jin bêyî çarşefa reş û refaqeta mêran nikarin derkevin derve.  Piştî wêne derketin holê, çavkaniyên herêmî yên me xwe gihand wan, diyar kirin ku pêkanîna çarşefa reş li seranserê Efrînê belav bûye. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku DAIŞ ji nû ve li Efînê bi cih bûye û tê dîtin ku jin li kolanê bi çarşefa reş digerin. Li bajar her wiha telefon, girtina wêne û dîmenên vîdeoyê jî qedexe bûye û hat diyarkirin ku çete telefonên welatiyan dişkînin yan jî desteser dikin. Zarokên kur û keç ji hev vediqetînin Çavkaniyên herêmê got, li taxa Mahmudiyê zarokên biçûk li mizgeftan bi zorê perwerdeya dînî digirin û serê zarokên keç jî bi zorê digirin û nahêlin zarokên keç û kur ligel hev bimînin.  Ji 18’ê Adarê û vir ve ku Tirkiye û komên girêdayî wê ketin Efrînê, gelek jin hatin revandin yan jî rastî îstîsmara cinsî hatin. Herî dawî ji taxa Eşrefiye jina bi navê Hatîce winda bûye û ev hefteyeke ku agahî jê nayê girtin. Tê gotin ku komên çeteyan Hatîce revandine. Dîsa ji taxa Eşrefiyê ji malbata Hemdan, du jê jin 6 kes ji aliyê çeteyan ve hatine revandin. Bi aqûbeta malbatê nayê zanîn. Nazli, Emîne, Kefîr û Azîme Jina bi navê Nazli ya li gundê Kaxrê ya Efrînê jî ji aliyê çeteyan ve rastî îstîsmara cinsî hat û hat revandin. Derbarê aqûbeta wê de agahî jî nayê girtin. Emîne Xelîl Hesen û Kefîr Romelî ya 64 salî jî di 12’ê Nîsanê de li Efrînê hatin revandin. Nayê zanîn birine ku derê. Ji gundê Memala ya Raco jî jina bi navê Hanîfe Yusuf û Reziye ji aliyê komên çeteyan ve hatin revandin û aqûbeta wan jî nayê zanîn. Li navçeya Mabatayê ya Efrinê jina bi navê Azîme ya di meclîsa gel de cih digirt, hat revandin. Hat gotin ku ew birine sînorê Tirkiyeyê û girtine. 15 cenaze hatin dîtin Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku gelek kesên ku hejmar û navên wan nayê zanîn di destên çeteyan de ne û heta niha 15 cenaze hatine dîtin. Hefteya bihurî li gundê Dêrbelut a Cindiresê jî qedexeya derketina derve hat îlankirin û gelek esker sewqî herêmê hatine kirin. Warên pîroz ên Êzidiyan hatin texrîbkirin Çavkaniyên herêmî her wiha diyar kirin ku talan û wêrankirin didome û li gundê Atmana jî wesayîtên gel tên desteserkirin. Her wiha li gundê Basîfanê jî warên pîroz yên Êzîdiyan ji aliyê komên çete ve tên texrîbkirin. Tê gotin ku Êzîdiyan bi zorê dibin mizgeftan.