Artêşa Tirk a dagirker deriyekî nû di navbera Efrîn û Tirkiyeyê de vekir da ku diziya li Efrînê hatiye kirin, bi hêsanî derbasî Tirkiyeyê bike, û çek û cebilxaneyê ji Tirkiyeyê derbasî Efrînê bike û radestî komên çete bike.

Dewleta Tirk di 8’ê Mijdarê de li ber gundê Hemamê yê girêdayî devera Cindirêsê ya li rex bajarê Tirkiyeyê Hatayê ev deriyê hanê vekiriye.

Çavkaniyên ji herêmê radigihînin ku ji dema derî hatiye vekirin ve, eskerên Tirk û komên çete yên li Efrînê hilberîna zeytûnan ku ji welatiyan dizîne, ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê dikin. Çavkaniyan da zanîn ku her wiha gelek kamyonên ku bi mal û milkên welatiyan bar kiribûn, derbasî Tirkiyeyê hatine kirin û gelek trimpêl û traktorên ku dizîbûn, derbasî Tirkiyeyê kirine.

 

EFRÎN