Welatiyên ku li pêşiya Mala Gel a bajarê Cindirêsê kom bûn, ji vir berê xwe dan gundê Hemamê yê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê. Girseya ku gihîşt gund, ji ber navenda Asayîşa gund heta nuqteya sînor meşiyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, sembolên Desteya Bilind a Kurd û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) vekirin.


Bi 4 zimanan daxuyanî
Welatiyan her wiha pankertên wekî “Dîwarê şermê lêneke, deriyê bazirganiyê veke” ku bi zimanê Kurdî û Tirkî hatibûn nivîsandin vekirin. Piştî meşê li ser sînor daxuyaniyek ku bi zimanên Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî hatibû amadekirin hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di demekê ku cîhan vediguhere gundekî biçûk û gelek welatan sînor rakirine de dewleta Tirk dîwaran ji nû ve ava dike. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku avakirina “dîwarê şermê” ne di xizmeta bejwendiyên gelan de ye, berevajî vê yekê nakokiyan kûrtir dikin. Di daxuyaniyê de bang li dewleta Tirk hate kirin ku li şûna dîwarê şermê pirên hezkirinê ava bike û ji bo berjewendiyên gelan deriyê sînor bi awayekî fermî vebike. Piştî çalakiyê mînakek daxuyaniyê radestî rayedarên Tirk ên deriyê sînorê yê gundê Hemamê hate kirin.

EFRÎN