Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kiryarên dermirovî li dijî sivîlên li herêma Efrînê dewam dikin.

Piştî dizî talan û eşkence vê carê jî çeteyên Weqas ên artêşa Tirk li ser cotkarên zeytûnan ên li gundê Îşkan ê rojavayê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, fidyeyên şexsî û giştî ferz dikin.

Şêniyan kiryarên çeteyan raber kirin û gotin ji sedî 15 çeteyên dewleta Tirk bacê ji hilberîna zeytûnan distînin, her wiha nêzî 300 tenekeyên rûnê zeytûnan ji berhema şêniyên gund desteser kirin. Bi heman rêbazî çeteyên Hemzat, Sultan Murad, Lîwaa Siqûr ên bakur ên li gundê Bilbilê, hilberîna zeytûnan a welatiyan desteser kir. Her wiha beriya 2 rojan çeteyên Sultan Murad ên li gundê Qestel Kîşk ê navçeya Şîyê, bi dehan darên derdora gund birîn û li kêleka Ehraş kom dikin, li dagerandina gundê Qere Tebê jî dar birîn. Artêşa  Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên dermirovî li dijî xelkê herêmê pêk tînin û civaka navneteweyî li beramberî vê yekê bê deng e.

 

EFRÎN