Di destpêkê de her yek wê strana xwe bibêje, eger bi ser bikeve wê tevlî merheleya duyem bibe û wê stranekê bi xwe derxe û bibêje. Wekî destpêkirina amadekariyan, 50 kesan li ser dikê li pêşiya lijneya kontrolê stranên xwe gotin û dengê wan hate ceribandin, êdî wê ji nav wan kesên serketî tevlî merheleya duyem a Festîvala Hawarê bibin. Rêveberê giştî yê festîvalê Usama Xelîl Ehmed da zanîn ku wê festîvala îsal ji ya sala çûyî cudatir be û weha pê de çû: “Armanca me ji vê festîvalê ew e ku çanda Kurdî û stranên gelêrî careke din zindî bibin. Tevî şert û mercên Kantonê, dîsa jî di warê hunerî de çalakî û festîval tên meşandin. Em bi rêya van çalakiyan dixwazin Efrînê bikin paytexta çandê ya Kurdistanê.
JINHA/EFRÎN