Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê 9 sivîl li Efrînê revandin, her wiha çeteyan goristana gundê Qeregul rûxand û darên derdora wê qut kirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çeteyên bi navê ‘Sultan Mûrad’ beriya çend rojan goristana Til Midewir li gundê Qeregul ê navçeya Bilbilê rûxandin. Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan darên li derdora goristanê jî hemû birîn.

Wekî din çeteyan, 9’ê Mijdarê 2 welatî ji gundê Enqelê û Senarê, 12`ê Mijdarê jî 6 sivîl ji gundê Kebaşînê û 12`ê Mijdarê jî ciwanê bi navê Ferhad Şêx Ebdî revandine.

Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê ve bi kêmanî 227 sivîl hatin qetilkirin û 638 jî birîndar bûn.  

 

NAVENDA NÛÇEYAN