Li Kantona Efrînê rêjeya jinan di nava wan kesan de bi karûbarên çandî û hunerî radibin, ji sedî 90 e. Ev jin dibêjin, ew bi dûruşmeya ‘Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe têdikoşin’ tevdigerin.

Xaliya Mihemed got, jinê di şoreşa Rojava de cihê xwe di her qadê de girtiye û bi serketinên mezin navê wê li hemû cîhanê deng vedaye û weha peyivî:” Di nava TEV-ÇAND´ê de wan dikarîbû bi deng û rengê xwe bedewiyeke cuda bidin destketiyên şoreşê. Di vê xebatê de, jin bi rolekî girîng rabûye, ji sedî 90´ê xebatkarên çand û hunerê  jin in. Ev jî tê wateya ku jin zêdetir dikare çand û hunera xwe ya resen biparêze.”


Gelek kom ava kirin

Xaliya, jin wekî pêşenga her karekî serketî bi nav kir û weha domand: “Di nava xebatên salekê de jinên Efrînê dikarîbû di qada çand û hunerê de berhemên xweşik biafirînin. Di encama karê salekê de koma bi navê Şehîd Sariya, Koma Şehîd Berçem a şanoyê, Koma govendê ya Kala ku tenê jinên temen mezin cihê xwe tê de digirin, hatin avakirin. Her weha jinê di nava TEV-ÇAND´ê de gelek pêşengehên hunerî yên wênesazên jin vekirin. Keçên ciwan ên ku di milê çand û huner de xurt in, dewreyên huner û wênesaziyê yên ku hobî ne, vekirin. Ew jî bi armanca fêrkirina wan ji gelek cûrên çand û hunerê re bû.”


Bi tevlîbûna wan hê xweşiktir dibe

Xaliya diyar kir ku jinên di nava TEV-ÇAND´ê de, di şoreşê de xwedî roleke aktîv in û weha pê de çû: “Bi rêya van koman di her şahî û munasebeyên Efrînê de, reng û dengekî cuda ku hîn wateyeke xweşiktir dide şoreşê, jin bi rola xwe rabû. Ev çalakî tam bi rengê jinan hatin meşandin.” Xaliya di dawiya axaftina xwe de, silavên xwe ji her jinekê re ku di nava şoreşê de xwedî rol bûye, şand. Her wiha ji hemû jinan hêvî kir ku bi reng û dengê xwe şoreşa Rojava hîn bêhtir bighînin astên serkeftinê yên bêdawî.


FÊDAN RÊZA/JINHA/EFRÎN