Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke herêmî ya Efrînê, jineke Êzîdî ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hat qetilkirin.
Hate ragihandin ku Fatma Hamke ya 66 salî, 27’ê Hezîranê dema li gundê Qatma yê Efîrnê bû, çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker nîvê şevê bombeyek avête mala lê dima û jiyana xwe ji dest daye. Hamke bi malbata xwe re dijiya. Berê kuştina Fatma Hamke jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hevjînê wê Henan Bayram jî girtibûn piştî êşkenceyên giran û şûnde berdabûn.
EFRÎN