Bi durişmeya “Bi hînbûna çand û zimanên cihêreng em ê bigihêjin civaka azad û demokratîk”, komîteya KPC-Demokratîk a Kantona Efrînê 2`yemîn Konferansa xwe bi beşdarbûna 450 mamosteyên ku 8 ji wan ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatibûn, li dar xist.

Konferans li salona Şengalê ya li ser rêya navçeya Reco ya Efrînê bi amadebûna Hemû Endamên Komîteya KPC`ê ya Efrînê û navçeyên wê ji pêkhateyên Kurd û Ereb hat lidarxistin.

Li ser navê Desteya Perwerde û Hînkirinê seroka desteyê Aytan Şêx Îsa û li ser navî kordînasyona Kongreya Star jî Zelal Cîger axivîn.

Paşê rapora xebat û çalakiyên mamosteyên zimanê Kurdî di nava salekê de ji aliyê berdevkê fermî yê jinên komîteya KPC`ê Sozdar Mihemed ve hat xwendin û bi zimanê Erebî jî ji aliyê Endama Rêveber a Yekîtiya mamosteyan a ji pêkhateya Ereb, Necla Elî ve hat xwendin. piştî xwendina raporan û axaftinan, xebatên KPC`ê yên salekê hatin nirxandin.

Di xebatên programa konferansê de, rêziknameya komîteya KPC-Demokratîk ji aliyê mamosteyê zimanê Kurdî Mihemed Ebdî ve hat xwendin û xal û bendên wê bi awayekî berfireh ji aliyê endaman ve hatin gotûbêjkirin û paşê hat erêkirin.

Li dawiya xebatên konferansê de, 2 berdevkên fermî yên komîteyê, Raperîn Xelîl û Egîd Nasiro, hatin hilbijardin. Herdu berdevkên KPC-Demokratîk soz dan ku ji bo dewamkirina bipêşxistina zimanê dayikê li dibistanan, ew ê herdem di nava liv û tevgerê de bin. 


EFRÎN