Hikûmeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê roja 21’ê adarê bi awayekî fermî betlane (pişo) ragihand, piştî ku ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve hate erêkirin. Her wiha Hikûmetê daxuyaniyek weşand û têde bang li hemû hêzên netewî kir ku tevlî şahiyên Newrozê bibin.

Hikûmeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê daxwaznameyek pêşkêşî Meclîsa Zagonsaz kir. Di daxwaznameyê de hate xwestin ku 21’ê adar, cejna Newrozê bi awayekî fermî betlane bête qebûlkirin. Li ser vê yekê Meclîsa Zagonsaz erê kir û cejna Newrozê bi awayekî fermî wekî betlane hate ragihandin. Her wiha Hikûmetê derbarê cejna Newrozê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em cejna azadiyê, rizgariyê, hezkirinê û biratiyê cejna Newrozê li gelê xwe û hemû pêkhateyên herêma Efrînê pîroz dikin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Di dema em Newrozê li ser xaka bav û kalan xwe pîroz dikin de, em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî giyanên wan ditewînin. Em berxwedan û lehengiyên şervanên YPG’ê û li dijî hêzên tarî û çeteyan pîroz dikin. Em yekîtiya gel bi hemû pêkhateyên wê ji bo avakirina civakeke azad pîroz dikin.”

‘Beşdarî coşa Newrozê bibin’
Di berdewama daxuyaniya Rêveberiya Kantona Efrînê de ev tişt hatin gotin: “Em wekî serokatiya Meclîsa Rêveber a rêveberiya xweser a herêma Efrînê berpirsiyariya dîrokî ku Meclîsa Zagonsaz erkdarî me kiriye digirin ser milê xwe. ji bo gelê me vê rewşa awarte derbas bike em ê bi hemû hêza xwe di xizmeta gelê xwe de bin. Ji bo bingehên azadiyê û demorasiyetê bêne avakirin û mafên mirovan bêne parastin, em ê piştgiriya hemû saziyên civaka sivîl bikin.”
Di daxuyaniyê de bang li hemû welatiyan hate kirin ku tevlî şahiyên cejna Newrozê bibin û wiha pê de çû: “Ji bo Newroza 2014’an bibe bingeha tecubeya demokrasiyetê, em bang li hemû hêzên netewî bi hemû partî, rêxistin û kesayetan dikin ku tevlî şahiyên cejna Newrozê bibin. Em bang li hemû hêz û aliyên Sûriyê dikin ku lehiya xwînê rawestînin û aloziya Sûriyê bi awayekî aştiyane çareser bikin. Em bang li hemû aliyan dikin ku jiyana hevbeş biparêzin û makazagonekî ku hemû pêkhateyên Sûriyê biparêzin deynin.” 

EFRÎN