Zanîngeha Efrînê di çarçoveya vejandin û pêşxistina çanda Kurdî de zaraveya Soranî jî li naveroka beşê zanistî zêde kir. Êdî wê dersên bi Soranî bi awayekî fermî di zanîgehê de werin dayîn.

Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve di nava 4 parçeyan de hate dabeşkirin. Hêzên desthiladara ziman û çanda xwe li ser gelê Kurd ferz dikin, ziman û çanda Kurdî qedexe kirin û siyasetên tinekirinê li ser Kurdan meşandin. Ji ber van siyasetan Kurdên li çar parçeyan ji hev hatin qutkirin.

Meclîsa Zanîngeha Efrînê bi aramanca rakirina bandora desthiladariya li ser Kurdistanê û vejandina çanda Kurdî, biryar da ku perwerdeya zaraveya Soranî li zanîngehê were dayîin. Di vê çarçoveyê de meclîsa beşa Kurdî ya zanîngehê di navbera havînê de kom bû û ji bo perwerdeyê plansaziyek amade kir. Li ser vê yekê biryar hate girtin ku xwendekar di sala duyemîn de fêrî zaraveya Soranî jî bibin.

Bi mamosteyên pispor xebateke dewlemend

Bi vê yekê êdî Helbesta Kilasîk, Rêziman, Mijar, Zanista zimanan, Werger û zaraveya Soranî werin dayîn. Li gorî biryarê dê zaraveya Soranî her sal di beşê duyemîn de dest pê bike.

Mamosteyên ku li zanîngehên Başûrê Kurdistanê xwendine, dersên Soranî didin 40 xwendekarî. Şagirt di 2 refan de cih digirin. Di dersan de rêzimana zaraveya Soranî, nivîsa bi tîpên aramî, şêwaza axaftin û nivîsandinê jî têne dayîn.

Mamosteyê zanîngehê Kalo Kalo got ku ew semîneran bi zaraveya soranî didin û destnîşan kir ku ew dersên ji herêma Başûrê Kurdistanê wergiritine didin û destnîşan ku şagirt bi dilgermî nêzî dersa dibin û dixwazin fêrî zaraveya soranî bibin.

Gaveke ji bo yekîtiyê ye

Rêveberê Beşê Zanistê yê Zanîngeha Efrînê Dr. Ebdulmecîd Şêxo têkildarî mijarê got ku aramanca wan ji perwedeya bi zaraveya Soranî ew e ku ciwanên kantonê zaraveyên din ên zimanê xwe yê zikmakî bizanin û wiha dom kir: ʺArmanc ew ku şagirt di aliyê ramyarî de pêş bikevin. Aramanceke din jî ew ku ev bibe gavek ji bo yekîtiya Kurdan. Banga min ji hemû gelê Kurd re ku fêrî hemû zaraveyan bibin.ʺ Xwendekara bi navê Fehîma Mestankê fêrbûna zaraveya Soranî wekî  gaveke girîng pênase kir û got: ʺDestpêkê me zehmetî di aliyê bilêvkirin û nivîsandinê de dikşand. Lê niha baş dibe.ʺ

Xwendekara bi navê Hind Ebdelo bang li hemû xwendekaran kir ku fêrî zaravayên din ên zimanê Kurdî bibin û got: ʺEv gav derfetek mezin ji me re. Em li kêleka zaraveya kurmancî fêrî zaraveya soranî dibin. Em niha bê zehmetî dikarin gotinên soranî bilêv bikin. 


 ANHA/EFRÎN