Nûçegîhanê ANHA'yê li Efrînê diyar kir ku pevçûnên li gundê Basilê ya nêzî gundê Ziyarat û Aqîbê hîn didomin. di van pevûan ji 20 çekdaran zêdetir hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne. Her wiha 3 şervanên YPG'ê di pevçûnên 3 rojan jiyana xwe jidest dan. Şervanên YPG'ê gundê Basilê ku şêniyên wê bi şervanên YPG'ê re sekinîne bi temamî dorpêçkirine.

Li gundê Aqîbê û Ziyarat jî ku rastî êrîşên komên çekdar a bi tang û topan hatbû, pevçûn di roja xwe ya 3'yemîn didome. Di pevçûnên li navçeya Şêrawa bi giştî hejmara kuştiyên komên çete jî 38 çekdar zêdetir bû û bi dehan birîndarjî hene. Di nava birîndaran de fermandarî tabûra Selah Eldîn Bêwar Mistefa jî heye. Her wiha 2 tang û zadetir ji 3 wesayîtên doşka li ser hatin rûxandin.
Li aliyeke din komên çekdar ku li beranberî  berxwedana şervanên YPG têk diçin welatiyên sivîl li ser riya Heleb û Efrînê bi taybet nêzî bajaroka Heyan direvînin. Hate hînbûn ku malbateke Kurd agahiyên wan ji 3 kesên wan ku ji Helebê vedgeriyan Efrîn qutbûye.
Çavkaniyên herêmî ji gundê Dart Ize jî ji ANHA'yê re ragihandin ku komên çekdar otobîseke rêwiyan dema ji Lubnanê dihat Efrîn revandin, lê hîn ev agahî ji aliyê meve û henmara kesên hatine revandin ne hatiye tekîd kirin.


Li dijî êrîşan hêrsa gel
Ji aliyê din ve li Efrînê ji bo şermezarkirina êrîşên komên çekdar ên girêdayî Artêşa Hur ser gundên Şêrawa ya Efrînê û pişgirtiya şervanên YPG'ê,  bi dehezaran kes ji hemû pêkhateyên herêmê bi hers meşiyan.
Bi dehezaran kes ku ji hemû pêkhateyan herêmê û koçberên li bajêr pêk dihatin li ser banga Meclisa Gela a Bajarê Efrîn, li sêkoşeya Raca ya Efrînê hatin cem hev. Di meşa ku bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çekdar û pişgirtiya şervanên YPG'ê ku bersiva êrîşan dane û berxwedaneke bê hempa nîşan didin, silaoganên pişgirtiya bi YPG'ê û şermezarkirina êrîşan berzdikirin, her wiha pankartên ku li ser nivsîbûn " êrîşên li ser Efrîn li dijî hebûna hemû helê Kurde", "Rojava bi hemû pêkhateyên xwe dê li dijî êrîşan li berxwe bide" vekirbûn. Meşvan heta peykerê Kawa Hesinkar meşiyan.

'Berê xwe dane herêmên me'

Li vir meşvan deqeyek rêzgirtinê rawestiyan, piştre endamê Desteya Birêveber a TEV-DEM'ê Arif Şêxo axivî û berxwedana şervanên YPG'ê bi van gotinan silav kir: " Em berxwedana şervanên YPG'ê yên li Şêrawa, Kobanê, Til Temir, Serêkaniyê  û Rojavayê Kurdistanê silav dikin" . Şêxo, da zanîn ku êrîşên komên çekdar li ser herêmên plankirî tên kirin û ev tişt got: " Komên çekdar dev ji rêjîmê berdana û berê xwe dane herêmên me, ev kom ji bo berjewendiyên hêzên ji berve şerê me dikin û tu têkiliya van bi şoreşa gelê Sûriyê re tune ye."
Li ser navê Encumena Niştimanî Kurdî Ebdilmecîd Şêxo axivî û berxwedana şervanên YPG'ê bi van gotinan besinand: "Em bi berxwedana zarokên xwe di YPG'ê li Şêrawa û seranserî Rojavayê Kurdistanê  serbilindin, ev êrîş ku ji aliyê komên çekdar ve dikevin berjewendiya rêjîma Baas de, pêwîste her kes agahdar bû ji ber ku dê rêjîma xwe bihêz bike."
Endamê Komîteya Têkiliyan a Desteya Bilind Reşîd Şeban jî daxuyaniya komîteyê ya derbarê êrîşên li Şêrawa, Serêkaniyê, Til Temir û Kobanê xwend.
Piştî peyam û axaftin meş bi siloganên pişgirtiya bi şervanên YPG'ê û şermezar kirina komên çete bi dawî bû.  

Êrîş şermezar kirin

Tabûra Lîwai Cebhet El-Ekrad a Artêşa Hur jî bi daxuyaniyekê êrîşên tabûrên Artêşa Hur ên li ser Efrînê şermezar kir û diyar kir ku di şerê wan ê li dijî rêjîmê yê Helebê de ew û YPG'ê bi hevre di nava têkiliyê dene.
Piştî ku gelek tabûrên çekdar ên Artêşa Hur di nava hevde peymana veşartî îmze kirin û êrîşî Efrînê kirin. Di encama berxwedana şervanên YPG'ê de pevçûnên dijwar derketin. Tabûra lîwai Cebhet El-Ekrad a girêdayî Artêşa Hur û ev demek li Eşrefiyê a Helebê dijî rêjîma Baas şer dike, bi daxuyaniyekê êrîşên komên çekdar şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tiştê li Efrîn dibe ji kiryarên kesên ku şev û roj ji bo tevliheviya di navber Kurdan û Artêşa Hur de derkeve kar dikin pêk hatiye.Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hemû çekdarên Tabûra Lîwai Cebhet El-Ekrad li dijî rêjîma Esed şer dike, têkiliya wan bi hemû tûga û tabûrên Artêşa Hur ên heye. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku Lîwai Cebhet El-Ekrad bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re di nava têkilyê de ye û di heman mewziyê de li dijî rêjîma Baas şer dikin û tiştên ku hin alî dibêjin ku YPG'ê alîgirê rêjîmê ye ji rastiyê dûre.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tu hebûna çekdarên Lîwai Cebhet El-Ekrad li Efrînê tuneye, lê bûyerên li vir diqewimin ji berjewindiyên rêjîma Baas û dijminên Sûriyê û Kurdan e. Di dawiya daxuyaniyê de Lîwai Cebhet El-Ekrad tiştên ku li ser navên wan tê weşandin ku banga tevliheviyê dikin û hevgitina li Efrîn dijî YPG'ê şermezar kir.

EFRÎN/HELEB




Li Serêkaniyê şer dîsa dest pê kir

Li navçeya Serêkaniyê ya Rojhava di 8'ê Mijdara 2012'an de di navbera hêzên Rejîma Baas û komên çekdar de pevçûn derketibû û pevçuna di navbera Hêzên Baas û çeteyên çekdar de bi mehan berdewam kiribû. Di şer de komên çeteyên çekdar êrîşî gelê Serêkaniyê yên sivîl jî kiribûn û pêla şer Yekînreyên Parastina Gel (YPG) jî xist nava xew. Artêşa Hur a Sûriye (OSO) gelek caran êrîş pêk anîn û YPG'ê jî parastin kir. Pişti ku endamên YPG'ê di parastinê de gelek endamên OSO kuştin, hêzên OSO neçar ma ku peymanê îmze bike û hêza xwe paşve vekişîne. Di şer de bi sedan endanên Artêşa OSO jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan endamên YPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî demekê şerê di navberê de rawestiya û şevê din dîsa şer dest pê kir. Li navçeya Serêkaniyê şer heta serê sibê berdewam kir. Di şer de li taxa M. Akif Ersoy a Serêkaniya Rihayê guleya roketê li malekê ket. Xaniyê Ahmet Poyraz şevê din bû hedefa roketan. Di şer de guleyek roketê ket hewşa mala Poyraz û gule ji aliyê qekîneyên îmhakirina teqemeniyê ve hat teqandin
Berê jî zêdeyî 10 guleyên roketan li taxa M. Akif Ersoy ket xwar û welatî xistibûn bin gefên giran. Xwediyê xanî Ahmet Poyraz diyar kir ku berê jî gelek guleyên roketan li taxa wan ket û newerîn bi aramî ji malên xwe derkevin.  Poyraz, anî ziman ku şevê din komekê xwest sînor derbas bikin û di navbera komê û leşkeran de şer derket. Di şer de yek jê giran 2 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Destûr nehat dayîn ku rojnameger dîmeman bikişînin.

Li Til Xelefê 4 çekdar hatin kuştin

Nûçegîhanê ANHA'yê diyar kir ku komeke çekdar êrîşî benda kontrolê ya YPG'ê li Gundê Til Xelaf a 3 kîlometre dûrî Rojavayî Serêkaniyê kirin. Di encama bersivdayina şervanên YPG'ê de 4 êrîşkar hatin kuştin û 2 şervanên YPG'ê birîndar bûn. Li aliyeke din Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û şêniyên bajêr tevgera xwe li bajêr û derdora wê zêdekirye û xwe ji bo êrîşên reşên awarte amadekirine.

RIHA/SERÊKANIYÊ