Li kantona Efrînê revandina sivîlan bi serkêşiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didome. Her wiha zeviyên şêniyan jî dişewitînin.
Jêderekî ji navçeya Şera ragihand; dagirkeran kesê bi navê Emîd Ebûd Henan yê 50 salî ji gundê Mareske revandin. Aqûbeta wî ne diyar e, û bi ku ve birine nayê zanîn.
Li gorî agahiyên ji jêderên Efrînê hatine girtin; aqûbeta 3 welatiyên ji gundê Diliya yê girêdayî navçeya Mabata ne diyar e. Kesên qalkirî par hatibûn revandin. Kesên revandî navên wan ev in: Ehmed Hemûde, Cîger Hisên Xelîl û Luqman Hisên Mehmûd.
Li navçeya Mabata jî dewleta Tirk a dagirker agir bi zeviyên şêniyên gundê Mîrkan, Birîmce, Kaxra û Rota xistin. Beriya demekê jî dagirkeran agir bi zeviyên heman gundan xist, ji ber wê jî gelek zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.
ANHA / EFRÎN