Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Bûrc Ebdalo yê navçeya Şêrawa 4 û li gundê Basûtê kesekî kêmendam revandin. Li gundê Hemam ê Cindirêsê jî cenazeyek hate dîtin.

Li Efrîn a ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatî dagirkirin û talankirin, êrişên li dijî mirovahiyê yên li dijî welatiyên sivîl didomin. Koma çete ya bi navê Fûrqet El-Hemza ya girêdayî dewleta Tirk li gundê Ebdalo yê navçeya Şêrawa 4 sivîl revandin û birin cihekî ne diyar.

Hesen Hemza (38), Rizgar Welîd Umer (33), Elî Cemo (43) û Ednan Cemo (45) yê astengdar.

Li aliyê din hate ragihandin ku li gundê Hemam yê navçeya Cindirêsê cenazeyek hatiye dîtin.

Xaniyan xera dikin

Her wiha çavkaniyên li Efrînê ragihandin ku ji aliyê artêşa Tirk ve ji bo rêyeke eskerî ya di navbera Hatay û Efrînê de çêkin, hemû xanî û darên fêkiyan ên gundê Hemamê ya girêdayê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku li ser sînor e, hatine hilweşandin.

 

EFRÎN