Bekir destnîşan kir ku xebatên wan di pêngava şoreşê de berfireh bûne û li rex şoreşa leşkerî, perwerde û civakî ya Rojava de wan lingê hunerî esas girtin û xebatên hunerî dane destpêkirin. Bekir, da zanîn ku niha endamên xwe di warê çandî û bîrdozî de perwerde dikin û wiha axivî: “ Heftane rojekê ji sibê heta nîvroj li her derê perwerde heye, her wiha perwerdeyên demkurt jî di hefteyê çend caran tê dayîn. Li aliyê din jî me di pêngava şoreşa Rojava de lixwekirina cilên herêmî teşwîq kir, her wiha gelek şano, stran û tabloyên cûda cûda ku berxwedana şoreşê vedibêjin amade kiriye û hin ji wan di nava gel de deng vedaye.”

'Jinan pêşengiya şoreşa çandî jî kiriye'

Berkir, destnîşan kir ku di Şoreşa Rojava de jinên Kurd deng roleke mezin lîstiye û di hemû qadên berxwedanê de tekoşîn kiriye û wiha gotinên xwe wiha rêz kir: ''Xebatkarên me ji nêvî zêdetir jin in. Jinan bi awayekî aktîf cihê xwe di nava xebatên çandî de girtine û rengê xwe daye şoreşa hunerî ya Rojava. Hevalên me yên jin cihê xwe di nava hemû beşên xebatên me digrin. Di nava girûpên şano, stran, govend, şêwekarî û her wekî din jin pêşeng in.''

'Gelê me piştgiriya me dike'

Bekir, da zanîn ku sîstema wan a rêxistinî bi tu awayî alîkariyê ji derve nagire û got: “Gelê me piştgiriya me dike. Em hêza xwe ji şehîdan xwe digirin. Di hemû xebat û çalakiyên me de şehîd pêşngiya me dikin. Tu alîkarî ji derve ji mere nehatiye, alîkariya herî mezin em ji pişgirriya gelê xwe digirin. Evsaneyên berxwedêrên me li Rojava û Şehîdên me nivîsandine bes dike ku em hunera xwe birêk û pêk bikin. Şoreşa gelê me çavkaniya herî mezin a anerjiya me ye. Bi rastî ew enerfî têra hezaran hunermend û helbestvan dikin.”

Ji bo hunermendan bang

Berkir ev  bang li hunermendên herêma Efrînê bi taybet û hemû hunermendên Kurdistanê kir: “Hunera xwe bixin xizmeta şoreşa gel. Dengê şoreşgerên Rojava û hemû Kurdistanê di riya hunera xwe re bighînin cîhanê. Her wiha pêwîste gelê me  zarokê xwe tevlî xebatên saziya me û hemû saziyên çandê bikin. Hunermendan di hemû şoreşan de pêşengî kirine, niha jî barê herî mezin dikeve ser milê me hunermendan.”


DILYAR CEZÎRÎ – SILÊMAN EHMED/ANHA / EFRÎN